Serokê Komeleya Ahbapê Haluk Levent hat binçavkirin
Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê li dijî Komeleya Ahbapê dimeşîne de, ji bo serokê komeleyê Haluk Levent fermana girtinê hat dayîn.
Her çend lêpirsîna ku çalakiyên komeleyê, operasyonên sîber û pêvajoyên darayî vedikole, berdewam û piralî ye jî, hat hînbûn ku dozgeriyê li ser bingeha delîl û îfadeyên berhevkirî fermana girtinê daye. Piştre Haluk Levent li Bûrsayê hat binçavkirin.
Lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve li ser çalakiyên Komeleya Ahbapê û pêvajoyên wê yên sîber û darayî hatiye destpêkirin, bi awayekî piralî berdewam dike.
Hat hînbûn ku dozgeriyê piştî nirxandina delîlên di dosyayê de û îfadeyên ku di çarçoveya lêpirsînê de hatine girtin, ji bo Haluk Leventê serokê Komeleya Ahbapê biryara girtinê derxistiye.
Piştî biryarê, Haluk Levent ji aliyê polêsên sûcên darayî yên li Bûrsayê ve hate binçavkirin.
Li gorî agahiyan, Levent bi 'îxlalkirina Qanûna Komeleyan', 'şûştina mal û milkên ji sûc hatine bidestxistin' û 'endamtiya rêxistinê' hatiye sûxdarkirin.
Hat diyarkirin ku lêpirsîn di bin koordîneya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de tê meşandin û lêkolîna dosyayê berdewam dike.
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê derbarê mijarê de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de tê destnîşankirin ku lêpirsîn li ser îddîayên ku fonên bi nirxek mezin li ser navê Komeleya Ahbapê bo hesabên hin gumanbaran hatine veguhastin, tê kirin û piştî îddîayên ku bexşên erdhejê ji bo derveyî welêt hatine birin û ji bo armancên ji bilî yên ku hatine armanckirin hatine bikaranîn, lêpirsîn kûrtir dibe. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rêveberiya Mafên Mirovan û Karûbarên Hiqûqî ya HUDA PARê, di salvegera Qetliama Zîlanê de daxuyaniyek weşand û got, "Bi navê edalet, rastî û aştiya civakî, em rayedarên dewletê vedixwînin ku bi vê berpirsiyariya dîrokî re rû bi rû bimînin."
Tevgera Dawet û Ciwanan li meydana Hazretî Suleyman a li navçeya Sûrê ya Dîyarbekirê ji bo malbat û zarokan çalakiyek li parqê li dar xist.
Li navçeya Yeşilyurt a Meletîyê, di qezaya trafîkê ya ku du wesayît tê de bûn de şeş kes birîndar bûn.