Li Dîyarbekirê trêna rêwîyan di rêya xwe de bi wesayîtekî re li hev qelibîn, di encamê de kesekî birîndar bû.
Qeza, doh di seatên êvarê de li alîyê Kabeyê pêk hat.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin; trêna rêwîyan ya ku ji Êlihê diçû Dîyarbekirê, di derbasbûna rêya trênê de bi wesayîta bi plaqeya 34 PF 4666 ya ku di bin îdareya M.E. de bû ve li hev qelibîn.
Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, AFAD, îtfaîye û polês hatin sewqkirin.
Hat destnîşankirin ku şofêrê wesayîtê M.E. ku pîrek e piştî midexeleya ewil a li cîhê bûyerê ji nexweşxaneyê re hat rakirin û hat hînbûn ku rewşa pîrekê baş e.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Taxa Eskîpazara navçeya Çayelîya Rîzeyê li pişt avahîyekî 6 qatî hilweşîn pêk hat.
Li navçeya Borçkaya Artvînê ji ber aşîta ku ketîye rêya 6 gundan hatine girtin.
Di encama rûxandina avahîyeke ku ji ber erdheja Meletîyê zirareke mezin dît, di dema hilweşandina bi kontrol de kesek tevî makîneya kar a ku bi kar dianî di bin xirbeyan de ma.