Weqfa Êtîman ji zarokên Filistînî û Tirkistana Rojhilatê re ji bo cejnê cil û bergan dîyarî kir
Temsîlkarîya Stenbolê ya Weqfa Êtîman, ji gelek zarokên Filistînî û Tirkistana Rojhilatê yên ku li Stenbolê dijîn re cil û bergên cejnê dîyarî kirin.
Weqfa Êtîman ku ji malbat û zarokên li erdnigarîya mezlum ên ku di bin herb, zilm û sirgûnîyê de micadeleya jîyanê didin re dibe hêvî, ji gelek zarokên Filistînî û Tirkistana Rojhilatê yên ku li Stenbolê dijîn re cil û bergên cejnê dîyarî kirin. Weqf bi vê dîyarîyê ji kêfxweşîya wan re bû hevpar.
Drama malbatên ku ji axên xwe yên ku di bin zilmê de bûn û bi tinebûnî û îşxalê re micadeleyê didan re derketine û xwe sipartine Tirkîyeyê birînan kurtir dike.
Weqfa Êtîman jî ji bona ku birînên wan derman bike destê xwe yê alîkarîyê dirêjê wan dike, di vê çarçoveyê de ji gelek zarokan re cil û bergên eydanê stand û belav kir.
“Ev ne tenê ji bo alîkarîyê tê kirin, ev ji bo xûşk û biratîyê tê kirin”
Temsîlkara Stenbolê ya Weqfa Êtîman Zehra Işik derheqê xebatê de bi niviskî daxuyanîyek da û got, “Her zarokek mihtacê cilekî germ, gotinekî xweşik û hêvîyê ye. Zarokên me yên Filistînî û Tirkistana Rojhilat, di vê fealîyetê de ne tenê cil û bergekî standin; ew hezkirinekî û însanîyetekî jî girtin. Her gavekî ku ji bona wan ê avêtin pêxistina mûmikekî ye.”
“Alîkarîyekî dibe ku alema wê zarokê veguherîne”
Işik di vê fealîyetê de teşekurê xêrxwazan jî kir û got, “Îro we serî êtîmekî miz da, we hêvîyên wan ên sibe jî mezin kir. Heger hûn dixwazin di van fealîyetan de xêra we jî hebe dikarin bi Wefa Êtîman re bikevin têkilîyê. Bîrva nekin; Alîkarîyekî dibe ku alema wê zarokê veguherîne.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Şaxa Cîzîrê ya Weqfa Êtîman, bi nêzîkbûna zivistanê re sêwiyên navçeyê ji bîr nekir û bi temînkirina kinc û pêlavan, pêdiviyên zarokên sêwî yên hewcedar pêk anî.
Wezareta Parastina Neteweyî ragihand ku di operasyonên lêgerîn û desteserkirinê yên li ser sînorê Colemêrgê de 258 kîlo û 999 gram narkotîk hatiye desteserkirin.
Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya ragihand ku li Stenbol û Îzmîrê di operasyonên hevdem de bi qasî 7 milyon hebên maddeyên hişber hatine desteserkirin û 8 şikdar hatine girtin.
Ji ber barîna berfa zêde li Wanê, rêyên 102 gundan ji bo trafîkê hatine girtin.