Weqfa Evîndarên Pêxember ji bo zarokan seferbertîya perwerdehîya nimêjê da destpêkirin

Weqfa Evîndarên Pêxember, bernameya perwerdehîya nimêjê ya ji bo zarokên 7-10 salî îsal jî li giştîyê Tirkîyeyê da destpêkirin.
Serokê Giştî yê Weqfê Mele Beşîr Şîmşek, derheqê ve fealîyeta perwerdehîya girîng daxuyanîyek da.
Weqfa Evîndarên Pêxember îsal jî ji bo zarokan perwerdehîya nimêjê da destpêkirin.
Serokê Giştî yê Weqfê Mele Beşîr Şîmşek, derheqê meseleyê de daxuyanî da û ji Sûreya Beqereyê ayetek da bibîrxistin, “Bi sebr û nimêjê ji Xwedê alîkarîyê bixwazin. Bi rastî nimêj karekî gelek giran û zor e. Encax ew, ji bo wan kesên ku dilê wan di nav hurmetîya ku ji Xwedê re nîşan didin de giran nayê.” Dûre got ku nimêj ne îbadetek e, ew di heman demê de çavkanîyekî terbîye û hizûrê ye.
“Nîşana herî xweşik a ebdîtîya ji Xwedayê me re bêguman nimêj e”
Şîmşek bal kişand ku divê zarok ji biçûktîyê ve menewîyatên wan bêne pêşvebirin:
“Bê guman nîşana herî xweşik a ebdîtîya ji Rebbê me re, ji bona ku me ji bona xwe wek ebdetî xuliqandîye û nîmetan daye me em şikir bikin, nimêj e. Ev îbadet ji hemî Misilmanan re hatîye ferzkirin û ehemmîyeta wî jî di gelek cîhên Quranê de hatîye dubarekirin. Ji ber vê yekê bila bê zanîn ku ev wezîfeya pêşîvan a her Misilmanan e û zarokên xwe yên ku ji me re wek emanetekî ne bi vê şiûrê perwerde bikin.”
“Divê em zarokên xwe bi xweşîkahîyên Îslamê bidin naskirin, ev jî wezîfeyên me yên ewil in”
Şîmşek hedîsa Pêxemberê me ku digot, “Hûn hemî şivan in û ji kerîyên xwe mesul in.” Da bibîrxistin û got: “Divê em zarokên xwe li ser exlaqa Îslamê mezin bikin û tovên îmanê li ser dilê wan biweşînin, ev jî wezîfeyên me yên herî xweşik e. Bi vê wesîleyê ez gelek kêfxweşim ku mizgînîya bernameya nimêjê ya ji bo zarokên 7-10 salî re bidin, dane destpêkirin bidim. Vê salê li çar alîyê welatê me ew ê ev bername were tertîpkirin, li her derê ku îmkanên me heye dersa nimêjê bidin.”
“Exlaqa nimêjê ku di emrên biçûkatîyê de bêne dayîn ew ê heta dawîya heyatê tesîra wî hebe”
Mele Beşîr şîmşek bibîrxist û got, “Çîmkî em dizanin ku nimêj, stûna dînê Îslamê û girêya herî biqewet a ku muminek bi Rebbê xwe re çêdike ye. Pêxemberê me selat û selam li ser wî be weha dibêje, ‘Nimêj stûna dîn e, kî wî îqame bike ew ê wî li ser pîya bihêle, kî ku terka wî bike ew ê dînê xwe xera bike’ Pêxemberê me bi vê gotina xwe ji me re qala ehemmîyeta nimêjê kirîye. Ji ber vê yekê hînbûyînên ji biçûkahîyê hatîne hînkirin ewê qewet û girêyekî ku heta dawîya jîyana wan tesîrdar bibe be. Nimêj ne ku tenê îbadetekî ye; ew di heman demê de ji mirovan re dide hînkirin ku divê mirovek bidîsîplîn be, şiûra mesûlîyetê dide û ya herî muhîm jî hizûrê dide mirovan.”
Mele Şîmşek destnîşan kir ku divê em zarokên xwe ne ku bi tenê bi îlmê bipêçin, divê em wan bi nirxên menewî jî bipêçin û perwerde bikin.
Bi vê minasebetê ew ê ev bernameya Weqfa Evîndarên Pêxember di zarokan de gelek pozîtîfan çêbike.
Hat îfadekirin ku dê zarok di van bernameyan de hînê destmêjê bibin, hînê nimêjê, duayan û mena wan duayan bibin.
Mele Beşîr Şîmşek di dawîya axavtina xwe de bang li malbatan jî kir ku bila zarokên xwe bişînin van bermayena û wan ji xweşîkahîyekî ewakî dûr nexin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Komîsyona Meclîsê ku piştî çekberdanîna PKKê ku pêvajoyê bide berdewamkirin îro cara yekem dicive. Di Komîsyona ku ji 48 endaman pêk tê, esas û prensîbên xebatê werin diyarkirin.
Li gorî agahiyên destpêkê, di qezaya ku mînîbusek ku karkerên çandiniyê hildigirt li Sêwasê ji zinaran qulipî de, sê kesan canê xwe ji dest dan û 4 jê giran 18 kes jî birîndar bûn.
Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê pitikek H.A., 7 mehî, ji ber ku şîrê dîya wî ket nav qirika wî ya nefesê canê xwe ji dest da.