Sazîya alîkarîyê Weqfa Yetîman ku ji bo yetîm, sêwî û bêkesan alîkarî û xebatan dike li navçeya Hazroya Diyarbekirê temsîlkarî vekir.
Temsîlkarî li ser Kolana Şehîtlîkê ya li Taxa Hurrîyetê hat vekirin. Bernameya vekirina temsîlkarîyê bi tîlaweta Quranê dest pê kir û bi axavtina Alîkarê Serokê Giştî yê Weqfa Yetîman Cahît Cemîl Unsal berdewam kir.
Unsal di axavtina xwe de got ku ji ber vekirina temsîlkarîya li Hezroyê ew kêfxweş in û dûre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Divê bes bi nezereke maddî li meseleya wan kesên êtîm û sêwî neyê mêzekirin. Lewra îxtiyaca wan zarok û malbatên sêwî û yetîm bi mistanê jî heye. Her wisa îxtîyaca wan bi ziyaretkirinê, xwedîderketin û gotinên xweş jî heye. Ev yek li ba Xwedê tiştekî gelekî bi qedr û qiymet e. Ji ber vê yekê em ji vê yekê mesûl e. Xweda vê yekê bike wesîleya xêr û bereketê.”(ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di encama pevçûna çekdar a ku li Diyarbekirê pêk hat de 4 kes birîndar bûn.
Ji teref meteorolojîyê ve jibo 37 bajarên li herêmên cuda hişyarîya berfê hat kirin.
Di encama qezaya ku li Meletîyê pêk hat de 1 jê giran tevde 4 kes birîndar bûn.