Wesayît gêrê şerempolê bû: Mirîyek, 2 birîndar
Li navçeya Xisxêra Sêrtê wesayîtek qeza kir, di encama gêrbûna wesayîtê de mamoste Îbrahîm Sayinê 29 salî canê xwe ji dest da, şofêr Fatma Eda Gurbuz û Hakîm Ozer giran birîndar bûn.
Qeza, di seatên êvarê de li alîyê Kopruçaya navçeya Xisxêrê pêk hat. Wesayîta ku di bin îdareya Fatma Eda Gurbuza mamosteya dibistana pêşîn e de bû ji ber sedemeke ku hêj nediyare gêrê şerempolê bû. Li ser xeberdayîna mirovên derdorê ji cîhê qezayê re ekîbên AFAD, UMKE û cendermeyê hatin sewqkirin.
Di lêkolîna ekîbên tenduristîyê de hat destnîşankirin ku mamoste Îbrahîm Sayin ku li qezayê mamostetîyê dikir canê xwe ji dest daye.
Hakîm Ozer û Fatma Gurbuza ku şofêra wesayîtê bû û li gundê Kopruçayê mamostetîyê dikir jî giran birîndar bûn û Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehî ya Sêrtê re hatin rakirin.
Hat îfadekirin ku rewşa birîndaran ne baş e. Cenazeya Înrahîm Sayin jî ji merga nexweşxaneyê re hat rakirin.
Rayedaran îfade kirin ku derheqê qeayê te tehqîqata edlî û teknîkî berdewam dike, sedema qezayê jî ew ê piştî van lêkolînan bê eşkerekirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Xala Kontrola Rêya Azad a Gundê Çîgli, ekîbên cendermeyan qamyonetek bi plaqeyên Qirxizistanê rawestandin û bi qasî 21 kîlogram û 700 gram ji maddeyên ku tê texmînkirin metamfetamîn e, ku di 44 pakêtan de hatibûn pakêt kirin, desteser kirin.
Li Bayrampaşa ya Stenbolê li dijî wesayîtekî opersayon hat lidarxistin, di encama operasyonê de 486 kîlo û 450 gram maddeyên hişber hatin bidestxistin. Di operasyonê de 3 şikdar jî hatin qefaltin.
Li navçeya Yenîşehîr a Bûrsayê tira ku şofêrê wî serxoş bûye ketîye rêya dijber û li motorbisiqletekî qelibî, di encama qezayê de 2 kesan canê xwe ji dest dan, 1 kes jî birîndar bûn.
Otobûsa ku sefera Stenbol-Dîyarbekirê dikir li Taxa Işiklar a Rêya Marmaraya Bakur li barîyeran xist û şewitî, di encama qezayê de 2 kesan canê xwe ji dest dan, 8 kes jî birîndar bûn.