Li navçeya Xisxêra Sêrtê wesayîtek qeza kir, di encama gêrbûna wesayîtê de mamoste Îbrahîm Sayinê 29 salî canê xwe ji dest da, şofêr Fatma Eda Gurbuz û Hakîm Ozer giran birîndar bûn.
Qeza, di seatên êvarê de li alîyê Kopruçaya navçeya Xisxêrê pêk hat. Wesayîta ku di bin îdareya Fatma Eda Gurbuza mamosteya dibistana pêşîn e de bû ji ber sedemeke ku hêj nediyare gêrê şerempolê bû. Li ser xeberdayîna mirovên derdorê ji cîhê qezayê re ekîbên AFAD, UMKE û cendermeyê hatin sewqkirin.
Di lêkolîna ekîbên tenduristîyê de hat destnîşankirin ku mamoste Îbrahîm Sayin ku li qezayê mamostetîyê dikir canê xwe ji dest daye.
Hakîm Ozer û Fatma Gurbuza ku şofêra wesayîtê bû û li gundê Kopruçayê mamostetîyê dikir jî giran birîndar bûn û Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehî ya Sêrtê re hatin rakirin.
Hat îfadekirin ku rewşa birîndaran ne baş e. Cenazeya Înrahîm Sayin jî ji merga nexweşxaneyê re hat rakirin.
Rayedaran îfade kirin ku derheqê qeayê te tehqîqata edlî û teknîkî berdewam dike, sedema qezayê jî ew ê piştî van lêkolînan bê eşkerekirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hat ragihandin ku li navçeya Goksuya Mereşê bi lerza 4,1an erdhejek ku navenda erdhejê pêk hat.
Alîkarê Serokê Giştî yê Karûbarên Hiqûqî yê HUDA PARê Mahmut Şahîn diyar kir ku welatiyên Ozbek ji Îmarata ku "wek qereqolê" rejima îşxalker dike jî, tevî ku tê zanîn di bin talûkeya îşkenceya giran an jî kuştinê de ne û îadekirina wan hat dayîn. Pêvajo li dijî peymanên navneteweyî ye.
Ji ber serma û qeşayê li Ordû, Wan, Artvîn û Erzîncanê ji perwerdehîyê re ji bo rojekî navber hat dayîn.