Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan, destnîşan kir ku heger PKK/YPG dîqetê hişyarîyan neke, “(Ew ê ku heq e) midexeleya leşkerî ye. Şam bi wan re xeber dide. Carkî ji wan re got, ew ê carekî dinê jî nebêje.”
Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan, di weşana zindî ya televîzyonekî de pirsên derheqê rojevê de bersivand.
Fîdan destnîşan kir bireveberîya nû ya li Sûrîyeyê xwedî li pirsgirêka PKK/YPGê derdikeve û ev jî muhîm e, “Hevîditinên nû yên, avêtina gavên nû berdewam dike. Di vî warî de em li bêvîya çend gavên ku bêne avêtin in. Lazim e ku ji vêya re hinek qewl bê dayîn, demekî.”
Fîdan, “Ultîmatoma ku em ji wan (PKK/YPG) re didin di ortê de ye. Me li ser Emrîkayê jî van ultîmatoman da, li ser çapemenîyê jî. Yên ku li gorî navneteweyî terorîst in ji Tirkîyeyê hatibin, ji Iraqê û Îranê hatibin divê bi lez û bez terk bikin. Dema ku em ultîmatom û şert û mercan dibêjin ji bona vêya dibêjin, heger hûn naxwazin ku cîheke leşkerî be, çi ji alîyê me ve çi jî ji alîyê bireveberîya nû ya Sûrîyeyê ve, şertên vêya eşkere ye.”
Fîdan bal kişand ger ku PKK/YPG li gorî ultîmatoman hereket neke çi hewce be wê bê kirin, “(Yê ku hewceye) midexeleya leşkerî ye. Şam bi wan re xeber dide. Carkî ji wan re got, ew ê carekî dinê jî nebêje. Tu di nav fealîyetên terorî da yî. Tu jî vêya qebûl dikî. Ji çar alîyê dinyayê însanan kom kirîyî, axên yekî dinê îşxal kirîyî, xwe danîye li ser petrola yekî dinê. Ji mirovên dinê re xizmeta girtîgehê didî û ji yekî dinê jî pere distînî. Te duzenekî navneteweyî ya ewakî çêkirîye.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Karwana Hêvîyê ya Wanê bi sê mehan xebatên xwe yên alîkariyê ji bo malbatên mihtac didomîne.
Weqfa Karwana Hêvîyê, li Edeneyê ji endamên xwe yên ku perwerdehîya lêgerîn û xelaskirinê bi serfirazî temam kirin re sertîfîkayên wan dan wan.
Li Êlihê wesayît û mînîbûsa ku xwendekar di nav de bû li hev qelibîn, di encama qezayê de 20 xwendekar bi sivikî birîndar bûn.