Wezîr Yerlikaya derheqê erdheja Balikesîrê ya bi mezinahîya 6.1an de daxuyanî da

Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya, di daxuyaniya xwe ya derbarê erdheja bi mezinahîya 6.1 de ku li navçeya Sindirgi ya Balıkesirê pêk hat de got, "Niha rewşên xerab tune ne. Em gav bi gav dişopînin."
Erdheja di mezinahîya 6.1 an de li navçeya Sındırgı ya Balikesirê çêbû li Stenbol, Îzmîr û navçeyên derdorê jî hate hîskirin.
Li gorî agahiyan, ji ber erdhejê hinek xanî zerar dîtine û avahiyek jî bi temamî hilweşiyaye.
Bal hat kişandin ku divê mirov nekeve nav avahiyên zirar dîtî. Li ser erdhejên biçûk ên piştî erdhejê hişyarî hat dayîn.
Ji welatiyan hat xwestin ku li gorî daxuyaniyên fermî tevbigerin.
Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya di daxuyaniyekê ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî belav kir de got, "Niha rewşek xerab tune ye. Em gav bi gav dişopînin."
Yerlikaya got, "Li Sindirgîya Balikesirê erdhejeke bi şîdeta 6.1 pileyî çêbû. Hemû ekîbên AFAD û saziyên me yên eleqedar bi lez û bez dest bi lêgerînên li qadê kirin. Niha ti bûyerên xerab çênebûne. Em rewşê bi berdewamî dişopînin. Ez ji welatiyên me yên ku ji erdhejê tesîrdar bûne re derbasîyên xwe pêşkêşî dikim. Xwedê welat û miletê me ji afetan biparêze."
Di heman demê de, Walîtiya Stenbolê, ku yek ji bajarên ku erdhej lê hatiye hîskirin, daxuyaniyek weşand û got, "Erdheja bi lerza 6.1 pileyî ku li navçeya Sîndirgi ya Balikesirê qewimî, li Stenbolê jî hatiye hîskirin. Heta niha ti bûyerên xerab nehatine ragihandin û ekîbên me yên qadê dest bi xebatên şopandinê kirine." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Meşa ku bi pêşengiya Platforma Hevgirtina Filistînê ya Enqerê (ANFÎDAP) ve hate lidarxistin, ji bo balkişandina ser trajediya mirovî ya li Xezzeyê û teîmînkirina gihandina alîkariyên mirovî hate lidarxistin.
Li navçeya Bîrecîk a Rihayê di şerê çekdarî yê ku ji ber nakokiya erd derket de ap û biraziyê wî canê xwe ji dest dan û du kes birîndar bûn.
Parlamenterên HUDA PARê ku li Enqereyê beşdarî bernameya “Ji Anadolîyê heta Meclîsê, ji Meclîsê heta Xezzeyê; Ji Xezzeyê re korîdora însanî” ku ji teref ANFÎDAPê ve hat tertîpkirin bûn, li hember birçîbûnî û krîza însanî ya li Xezzeyê bang kirin ku “Bedêla wî çi dibe bila bibe” divê korîdora însanî bê vekirin.