Wezîr Tunç: Derheqê Ozgur Ozel de tehqîqat hat destpêkirin

Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç, daxuyand ku derheqê Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel de ji ber ku heqaret li Serokkomar kirîye tehqîqat hatîye destpêkirin.
Tunç, li ser hîsabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û got, “Derheqê gotinên Serokê Giştî yê CHPê ku li ser Birêz Serokkomarê me heqaretan di nav xwe de dihewîne de ji teref Serdozgerîya Komarî ya Enqereyê ve tehqîqat hatîye destpêkirin.”
Tunç diyar kir ku van gotinên ku heddê xwe derbas kirîye û sînoran derbas kirîye, ji îradeyeke ku 86 milyon welatîyan temsîl dike re êrîşeke bi zelalî ye û dûre weha got:
“Sîyaset, di nav sînorên edeb û exlaqê de tê kirin. Ev zimanê ku pê nakeve yê Serokê Giştî yê CHPê, êdî ji pirsgirêkbûna uslûba zimanê derketîye; bûye ku êdî nezaketa sîyasetê derbas kirîye.
Gelê me ji yên ku sîyaseta reşkirin û îftîrayê dikin re heta niha rê nedaye, ew ê ji vê pê ve jî rê nede wan.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokê Têkilîyên Derve yê HUDA PARê Huseyîn Îmîr di peyama “Roja Rabîaya Cîhanî ya 14ê Tebaxê” de got, “Ev derbe tenê ji Misirê re nehat kirin, wek parçeyek tarî ku heta dighêje Xezzeyê ketîye dîrokê.”
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, di civîna 3yemîn a Komîsyonê de destûr xwest û derheqê esasên xebata komîsyonê de pêşnîyazan da.
Li navçeya Hassaya Hetayê di daristanê de şewat derket, di encama şewatê de ji ber tedbîran taxên Yukaribucak û Bademlîyê hatin tehlîyekirin. Bi 173 wesayît û 470 personelan midexeleyê şewatê dê kirin.