Xercaneyên ku ji bo xwe kom kiribû bexşê Xezzeyê kir

Li Êlihê Metîn Coşkunê 6 salî, xercaneyên ku ji bo xwe kom kiribû, ji bona ku bighêje Xezzeyê teslîmê rayedarên Karwana Hêvîyê kir.
Metîn Coşkunê 6 salî ku li Êlihê dijî, ji bona ku ji xwe re wesayîtekî bi akû bistîne pere kom dikir, lê dilê wî ji bûyera însanî ya li Xezzeyê re bar neda, û ji bona ku xercaneyên xwe bighêjîne Xezzeyê xercaneyên xwe teslîmê rayedarên Êlihê yên Karwana Hêvîyê kir.
Ev tewr û hereketa Metîn, ji derdorê xwe ve gelek teqdîran kom kir, û Wî îfade kir ku, “Li Xezzeyê zarok ditirsin, nikarin ji xwe re bileyîzin, ew birçîne, têne kuştin û daîma xemgîn in, divê em jî alîkarîya wan bikin.”
Bavê Metînê biçûk Xalid Coşkun jî hest û ramanên xwe weha anît ziman, “Ev bû çend meh e ji min re digot, ‘Bavo ji min re wesayîtekî biakû bistîne, ez û birê xwe em ê bi hev re bileyîzin.’ Min jî ji wî re got hinek perê xwe kom bike, ev ê ku bimîne jî ez ê li ser temam bikim. Ew jî ev bû çend meh e xercaneyên xwe kom kirîye, xercaneya xwe ya cejnê jî kir serê. Dûre rojekî hat cem min û ji min re got, ‘Ez dixwazim ku vê pereyê ji zarokên li Xezzeyê re bişînim.’ Em jî wek malbata wî bi vê hereketa wî gelek şanaz bûn.”
Rayedarên Karwana Hêvîyê jî ev tewra wî ya mînak pîroz kirin û gotin, “Em bi navê gelê Xezzeyê, birayê xwe yê biçûk pîroz dikin û teşekuran jê re dikin. Ew bi wijdan û merhameta xwe ji me re bû hêvî.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Karkerên ku li zeviyên titûnê yên li Êlihê dixebitin, ku germahî ji 45 pileyan derbas dibe, tevî şert û mercên dijwar jî bi mûçeyên rojane yên kêm hewl didin debara xwe bikin.
Li ser rêya Mêrdîn-Qoserê 7 wesayît li hev qelibîn, di encama qezayê de 3 kes birîndar bûn.
Li Aksarayê di herêma senayîyê de di febrîqeyekî de teqîn pêk hat, di encama teqînê de kesekî canê xwe ji dest da, sê kes jî birîndar bûn.