Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu li Rihayê bi sazîyên civaka sîvîl re hat cem hev di bernameyê de weha got, “Bi îzna Xwedê, Quds ku nêzê 70 sal e di bin îşxalê de ye, çawa ku berê ji bin îşxala xaçperestan hat xelaskirin, wê ji îşxala sîyonîzmê jî xelas bibe.”
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglû hinek zîyaret li Rihayê pêk anît. Li vê derê bi temsîlkarên saziyên civaka sivîl re hat cem hevdu.
Di civînê de bal li ser qirkirina ku li ser Xezzeyê dewam dike kişand û got însanîyet di bin êrîşa sîyonîzmê de ye.
Yapicioglu, “Bi rastî ne tenê Xezze, însanîyet jî di bin êrîşan de ye. Ne tenê însan tên qetilkirin; Hemû muqadesat, hêja û nirxên însanyetê; Qencî, merhemet, edalet, şefqat an jî hemû qeydûbendên ku însanan di tarîxa însanîyetê de dane pêş, belkî bi lihevhatinên dualî, carinan jî bi peymanên piralî, hemûyan hatin qetilkirin. Exlaq hat qetilkirin, însanîyet hat qetilkirin. Zarokên bêguneh û masûm ên ku hêj, hînê axaftinê nebûbûn û heta zarokên di zikê dayika xwe de hêj çavên xwe li cîhanê venekiribûn, hatin qetilkirin.”
Yapicioglû di berdewama axavtina xwe de weha got:
“Nêzîkî 825 sal berê, di sala 1099 de, Xaçperestan êrîşî wir kirin û Qralyeta Qûdsê ava kirin. Tenê 88 salan li ber xwe da. 88 sal şûnde Mislimanan Quds ji îşxala Xaçperestan rizgar kirin. Niha Quds di bin îşxala sîyonîzmê de ye. Û bi îzna Xwedê Qudsa ku ev zêdeyî 70 sal in hatîye îşxalkirin, çawa ku berê ji îşxalkirina xaçperestan hatibû rizgarkirin, wê ji îşxala sîyonîzmê jî xilas bibe.”
Yapicioglu nerazîbûn nîşanî wê yekê da ku teklîfa qanûna partîya xwe ya ji bo mahkemekirina duwelatîyên ku bûne şirikên qirkirinê hê ji civata giştî ya meclîsê re nehatîye şandin. Û weha axavtina xwe zêde kir: “Teklîfa me ya qanûnê hebû, ger tê bîra we sala borî di 28ê Çile de me teklîfa qanûnê pêşkêşî Serokatîya Meclîsê kiribû, da kû kesên ku beşdarî sûcê qirkirinê bûne li vir di mahkemeyan de bên mahkemekirin. Peymanek di sala 1948an de heye, peymaneke navneteweyî li ser nehiştina sûcên kir û cezakirina kesên ku qirkirinê dikin. Li gor wê peymanê, welatên ku peyman îmze kirine, taahhut kirine bi cîhanî li dijî sûcê qirkirinê şer dikin.”
Yapicioglû got, heta niha li Tirkîyeyê daw û doz li kesên sûcên qirkirinê nehatiye vekirin û bang li saziyên civaka sivîl kir:
“Niha, em li bendê ne ku ew yasa were civata giştî ya meclîsê. Em diçin ku derê ji sazîyên sîvîl re vê yekê dibêjin: 'Zextê li wan bikin, dengê xwe jî bilind bikin. Qe nebe twîtekê parve bikin, hashtagekê bi navê, ‘Ez li welatê me qetlîamkeran naxwazim, ger qirkirin hebin bila bên cezakirin.’ Çêbikin. Dibe ku hingî gotûbêja wê qanûnê hinekî bileztir bibe.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Weqfa Karwana Hêvîyê, li navçeya Serê Kanîya Rihayê ji mihtacan re cil û berg û zexîreyan belav kir.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, ji bo hinek zîyaretan çûbû Rihayê, li Rihayê Kona Desteka Xezzeyê zîyaret kir.
Ji ber berfa zêde û cemedê li navçeyên Şavşat û Yusufelîya Artvînê, Çamlîhemşîna Rîzeyê, Bayat, Bolu, Goynûk, Mudurnu, Seben û Kibriscikê yên Çorumê, ji ber berfa zêde û cemedê perwerdehîyê 1 roj hat sekinandin.