Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, ji bo hinek zîyaretan çûbû Rihayê, li Rihayê Kona Desteka Xezzeyê zîyaret kir.
Yapicioglu û lijneya bi wî re, Kona Desteka Xezzeyê ya ku partîya wî di Meydana Rabîayê de vekiribû zîyaret kir û bi Ciwanên Azad re axivî û rewşa wan pirsî. Yapicioglu, li ser qoltixa ku ji bo Yahya Sînwar bi temsîlî hatibû anîtin rûnişt û fotoxraf kişand.
Dûre Yapicioglu li ber fotoxrafa şehîd Hasan Saklanan ku li Qudsê ji teref sîyonîstên îşxalker ve hatibû şehîdkirin axavtinek kir.
“Doza Qudsê tenê Doza Filistînîyan nîne”
Yapicioglu di axavtina xwe de weha got, “Bi rastî niha ev fotoxrafa ku li pişt me ye weka ku bêdeng disekine ye, lê bi rastî ew qala pirî tişta dike. Carne fotoxrafekî, dîmenekî an jî çend tiştên bêdeng, qala ewqas tiştan dike ku mirov encax bi kitêbekî ku rûpelên gelek pir in wan tiştan îfade bike, bi axavtinên bi seatan encax mirov dikara wê îfade bike û jimtirê ewê dîsa jî nikaribe qal bike. Tiştê ku ev fotoxraf ji me re qal dike ev e, hevalno: Quds qîbla ewil a hemû Misilmanan e. Quds doza Filistînîyan tenê nîne, Quds doza Ereban tenê nîne. Quds doza me hemûyan e û micadelekirina di vê oxirê de jî mesulîyetekî li ser milê me ye.”
“Îmkana di destan de çi be divê em bi wê îmkanê xwedî li pîrozbahîyên xwe derkevin”
Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de bal li ser xwedîderketina li pîrozbahîyan a li gorî îmkanên xwe kişand û weha got, “Wan însanên ku xwedî şiûrê dozekî ne, îmkanên di destê wan de çibe bi wê îmkanê micadeleyê dikin. Dîsa Şêx Ehmed Yasîn ji me re vê tiştê qal dike: Dibe ku dest û nigê we negre an jî li gorî gotina wî dibe ku dengekî we yê ku erd û asîmanan bihejîne tinebe, lê bi wî halê jî bi tevî kursîya biteker jî hûn dikarin dijmin bitirsînin ku dijmin jî ew ê bi fuzeyan êrîşî we bike, we peremperçe bike. Em beheneyên ku xwe li pişt wan veşêr bidin ji xwe re negerin. Îmkana di destan de çibe em jî bi wan îmkanan xwedî li pîrozbahîyên xwe derkevin, em xwedî li xûşk û birayên xwe derkevin û bi îzna Xwedê ew ê alîkarîya Xwedê wê çaxê were.”
Yapicioglu, dûre bernameya xwe ya li Rihayê berdewam kir û zîyaretan pêk anît. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Weqfa Karwana Hêvîyê, li navçeya Serê Kanîya Rihayê ji mihtacan re cil û berg û zexîreyan belav kir.
Ji ber berfa zêde û cemedê li navçeyên Şavşat û Yusufelîya Artvînê, Çamlîhemşîna Rîzeyê, Bayat, Bolu, Goynûk, Mudurnu, Seben û Kibriscikê yên Çorumê, ji ber berfa zêde û cemedê perwerdehîyê 1 roj hat sekinandin.
Di encama pevçûna çekdar a ku li Diyarbekirê pêk hat de 4 kes birîndar bûn.