Yapicioglu malbata şehîd Sacîd zîyaret kir
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, piştî doza şehîdkirina şehîd Sacîd Pîşgîn ku 2 sal berê di encama kêrkirinekî de şehîd bûbû malbata wî zîyaret kir.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, di 22yê Tîrmeha 2023yan dedi avahîya partîya HUDA PARê de dema ku nimêjê dikir dûçarê êrîşekî bi kêrê hat û di encamê de şehîd bû.
Yapicioglu pêvajoya dadgehê di nêz de şopand, qîz û kurê şehîd re dîyarîyan da.
Yapicioglu di dema zîyaretê de ji pîreka şehîd re sebrê daxwaz kir û got, “Êdî ez kalê van zarokan im, ez ê daîma li cem wan bim”.
Malbata şehîd jî ji zîyaretê kêfxweş bû û ev kêfxweşîya xwe jî anît ziman, ji Yapicioglu re jî teşekuran kir.
Di zîyaretê de Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Huseyîn Yilmaz, Koordînatorê Behra Spî Salîh Demîr, Serokê Bajarê Edeneyê Feyzullah Beyazçîçek û lijneya bi wî re jî amade bûn.
Ji qatilê şehîd sacîd re cezaya muebbetê
Derheqê şehîdkirina şehîd Sacîd û birîndarkirina Salîh Demîr ku di avahîya partîyê de dema ku nimêjê dikirin dûçarê êrîşeke kêrkirinê bûn de doh ji teref dadgehê ve biryar hatibû dayîn.
Bersûcê girtî Alî Sever bi rêya SEGBÎS (Sîstema Agahiyên Bi Deng û Dîtbarî) ji girtîgehê beşdarî rûniştina li 14emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê bû. Dadgehê ji bersûc Alî Sever re, ji ber sûcê kuştina bi zanebûn a Sekreterê Bajarê Edeneyê yê HUDA PARê Sacit Pişgin cezayê muebbetê, ji ber sûcê hewldana kuştina serokê bajarê yê wê demê Salîh Demir 11 sal û ji ber sûcê îxlalkirina nepenîtiyê bi ketina bêdestûr a avahiya partiyê salek cezayê girtîgehê da. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Şaxa Cîzîrê ya Weqfa Êtîman, bi nêzîkbûna zivistanê re sêwiyên navçeyê ji bîr nekir û bi temînkirina kinc û pêlavan, pêdiviyên zarokên sêwî yên hewcedar pêk anî.
Wezareta Parastina Neteweyî ragihand ku di operasyonên lêgerîn û desteserkirinê yên li ser sînorê Colemêrgê de 258 kîlo û 999 gram narkotîk hatiye desteserkirin.
Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya ragihand ku li Stenbol û Îzmîrê di operasyonên hevdem de bi qasî 7 milyon hebên maddeyên hişber hatine desteserkirin û 8 şikdar hatine girtin.
Ji ber barîna berfa zêde li Wanê, rêyên 102 gundan ji bo trafîkê hatine girtin.