Zarokê ku li Dîyarbekirê ket nav qenala avê canê xwe ji dest da

Muhammed Gultekînê 16 salî ku ji bo xwe hênik bike ket nav qenala avê, di nav avê de winda bû û xebatên lêgerînê hat destpêkirin, di encama xebatan de termê Gultekîn hat dîtin.
Bûyer, doh di seatên nîvroyê de li Taxa Dokuzçeltîka navçeya Yenîşehîra Dîyarbekirê pêk hat.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, Muhammed Gultekînê 16 salî ji bona ku xwe hênik bike li Taxa Dokuzçeltîka navçeya Yenîşehîra Dîyarbekirê xwe kir nav qenala avê.
Gultekîn di demeke kurt de winda bû û ji 112yê re xeber şandin.
Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re ekîbên binê avê, AFAD, Xelaskirin û Lêgerîn ê Cendermeyê û polês hatin sewqkirin.
Li herêmê nêzê 2 seatan xebat hatin kirin û di demek paşê termê Gultekîn ji nav avê hat derxistin.
Ceseda Gultekîn ji bona ku bê otopsîkirin ji Sazîya Tip a Edlî re hat rakirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li gorî agahiyan, agirê ku doh li taxa Celkê ya navçeya Licê ya Dîyarbekirê derketibû, piştî ku ekîban bêyî ku hewlên vemirandinê temam bikin ji herêmê derketin, û şewat jî dîsa pêket.
Di navbera gundên Dêrqam û Husênika Licê û gundê Hûrêya Hênê de şewateke ku hêj sedema wî nayê zanîn derket, 3 welatî ji dûya agir tesîrdar bûn.
Ji teref Navenda Giştî yê HUDA PARê ve derheqê rojevê de nirxandin hat parvekirin. Di nirxandinê de qala cil û bergên mecbûrî hatin kirin.
Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Saîd Xetîpzade, di çarçoveya zîyareta ku ji Enqereyê re li dar xist de, bi Alîkarê Wezîrê Karên Derve Nuh Yilmaz re hat cem hev.