Zilamê îxtîyar yê ku ‘bi beyanata pîreka xwe ji malê hatîye dûrxistin’ 2 meh e di parqan de radikeve!

Mehmet Alî Durmuş 73 salî yê ku bi îddîaya ku zilamê min ji min re şîddetê dike ya beyanata pîreka wî ji malê hatîye dûrxistin, ev bû du meh e di parq û camîyan de radikeve.
Durmuş derheqê ev meddeya ‘beyana pîrekê esas e’ de balan kişand ku ev medde tê sûîstîmalkirin.
Qanûna ku ‘Beyana pîrekê esas digire’ xerakirina malan û mexdûrkirinê berdewam dike. Tê destnîşankirin ku ji ber qanûna ku di rewacê de ye bi hezaran malbat hev berdan, bi hezaran zilam bi ciwan û îxtîyarî bi şekleke neheqî mecbûr dimînin ku di kolanan de bijîn, di nav civakê de di navbera mêr û jinan de bêhizûrî çêdibe, kîn û nefret belav dibe; ji van mexdûrîyetan yek jî li Êlihê zilamekî 73 salî bû.
Mehmet Alî Durmuş ku li Êlihê dimîne, piştî 6 sal paşê ya wefata pîreka wî 4 meh berê jî bi pîrekeka bi navê A.A yê re zewaca xwe ya duyemîn kir.
Durmuş îfade kir ku ew piştî ku tapuya mala xwe li ser pîreka xwe nivisandîye pîreka wî dest bi bêhizûrîyê kirîye, wî diyar kir ku ew pîrek sextekar e û bi planî hereketê dike.
Durmuş diyar kir ku pîreka wî şîkayetê polêsan kirîye û derheqê wî de qerara dûrxistinê hatîye derxistin, ji ber vê yekê ew bû du meh e di parq û mizgeftan de radikeve.
Durmuş derheqê bûyerê de ji ÎLKHAyê re axivî û di axavtina xwe de weha got:
“Ez bi wê pîrekê re zewicîm. Bû du meh e dûrahîyê dane min. Bû du meh e ez di parq û camîyan de radikevim. Pîrek jî mala min îşxal kirîye û di mala min de rûdinê. Di mala min de radikeve û kêfa xwe dike. Ev pîrek li derva bû li cem kê bû hevalên wê kê bûn ez nizanibûm. Ew bera min da ez niha nikarim biçim mala xwe. Min tapuya malê jî li ser navê wê çêkirîye. Ez jî li van parqan û camîya me. Miheqqeq divê pêşîya ev tiştê bê girtin. Ev qanûn qanûkî xelet e. Li hember mêran ew qas, bêwicdanî, bêdînî û zilm nabe. Ez dixwazim ku bila bi lez û bez ev mexdûrîyeta min bê çareserkirin.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li gorî daneyên TUÎKê, firotinên xanîyan li gorî daneyên heman meha sala çûyînê sedî 6,8 zêde bû û meha Tebaxa sala 2025an de bû 143 hezar û 319. Firotina herî zêde li Stenbolê pêk hat.
Di lêpirsîna ku li dijî Can Holdîngê hat kirin de, ji ber sûcên “sazkirina rêxistina sûc”, “qeçaxçîtîya bacê”, “xapandin” 5 kes hatin qefaltin, 1 kes jî hepsa malê girt.
Li Bîlecîkê di encama li hev qelibîna erebeya tîcarî û kamyonetê de kesek jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.
Elî Yerlîkayayê Wezîrê Karên Hundir ragihand ku, di encamê operasyonên ku li dijî sûcên siberê di 10 rojên dawîn hatine kirin de 125 kes hatine girtin, 94 kes jî bi şerta kontrola edlî serbest hatine berdan.