ÎTTÎHADUL ULEMA derheqê ew ê sê mehan pîroz çawa bêne îdraqkirin de şîret û tewsîyeyan kir.
Di daxuyanîya nivîskî ya ku ji teref ÎTTÎHADUL ULEMA ve hat dayîn de hat bibîrxistin ku bi rehma Rebbê me sê mehên Receb, Şeban û Remezanê yên ku bi sê mehan navdar in ketin.
Di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku di derbarê fezîletên van mehan de gelek tewsiyeyên alim û îbadetên ku di van mehan de bên kirin hene.
Di peyamê de weha hat gotin: "Di vî warî de em şîretan li xûşk û birayên xwe dikin da ku van mehan baş bi kar bînin.
1- Werin em ji bo xûşk û birayên xwe yên mucahid ên ku can, mal û zarokên xwe ji bo rizgarkirina Mescîda Eqsayê ku qîbleya me ya ewil e ji esareta sîyonîstên îşxalker rizgar bikin û namûsa Mislimanên li Xezzeyê şer dikin biparêzin, dua bikin. Bi taybetî di dema tehecûdên xwe de û di sibeh de em destê xwe vekin û ji Rebbê xwe re dua bikin.
2- Em hewil bidin ku em zêdetir li ser rojîyên xwe yên dilxwazî giranîyê bidin, ku ew îbadet e ku Resûlê Xweda (selat û silavên Xwedê lê be) di van mehan de zêde kirîye û hay ji her pênc nimêjên xwe yên wacib ên rojane bi cemaet li mizgeftan bin. Bihesibînin van mehên pîroz wekî derfetek ji bo ku em nimêjên nizamî di jiyana xwe de bi hêz bikin; tehecûd, duha, ewwabin û wek wan. Werin em di kirina nimêja xwe de keda xwe zêde bikin.
3- Di vê dema ku misilmanan zêdetir muhtacê in de, bila îbadetên xwe yên wekî sedeqe û înfaqê zêde bikin û ji rizqê ku Rebbê me daye me, ji bo xatirê Wî xerc bikin.
4- Werin em hewl bidin ku bi kêmanî tefsîreke kurt bi dawî bikin û ji bo xwendin û famkirina pirtûka me ya mezin Qurana pîroz hewl bidin. Dîsa em firsenda van mehan bi kar bînin û yek ji pirtûkên sîyerê yên ku qala heyata Pêxemberê me dike biqedînûn û beşa îbadetê ya pirtûkên îlmîhalê bi têgihiştinek berfireh bixwînin.
5- Werin em jîyana xwe binirxînin, tobe bikin û ji bo xeletî û gunehên ku ji berê heta niha kirine, efûyê bixwazin û berê xwe bidin Rebbê xwe. Werin em hay ji xwe hebin ku bi zarokên xwe re bernameya xwe plansaz bikin û wextê bidin malbatên xwe, yên ku em têra xwe goh nadin wan, û di çarçoveya sohbetê de şîretan li wan bikin.
6- Werin em xûşk û birayên xwe yên Misliman ên mezlûm ên li dinyayê jî bikin nav duayên xwe. Werin em di warê gihandina alîkarîyan ên ji bo xûşk û birayên xwe yên ku di nav şert û mercên zor û zehmet de jiyanên xwe îdame dikin de cehd û xeyretên xwe nîşan bidin ku bila xûşk û birayên me bizanibin ew tenê nînin. Bi taybetî xûşk û birayên xwe yên ku ji bo doza Îslamê mihacir bûne, ketine hepsan û dûçarê zilmê bûne bîrva nekin, van tojan wek firsedek bibînin û gelek duayan bikin.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wekîlê Serokê Giştî yê HUDA PARê Şahzade Demîr li Meclîsê daxuyanîyeke çapemenîyê li dar xist û got, “Meseleya Kurd ku yek birînên civakê ku demeke dirêj e xwîn diherikîn e, divê êdî di bin sîya şer û hesabên siberoja sîyasetê de neyê hiştin, ji sîyaseta îstîsmarkirinê re neyê leyîstikkirin. Divê meseleya Kurd, di bingeha welatîbûna wekhev de ji ewlehîya makeqanûnê re bê kirin û bi mayînde bê çareserkirin.”
Serokatîya Karên Hiqûqê û Mafên Însanan ê HUDA PARê, daxuyand ku ew ê li Dîyarbekirê di navbera 15-16ê Sibatê de li Dîyarbekirê “Komxebata Kurdî” ku gelek mirov beşdarî bibin tertîp bike.
Karwana Hêvîyê bi minasebeta Şeva Regaîbê û destpêkirina 3 mehên pîroz li Wanê ji malbatên hewcedar re goştê sor da.
Li Sandikliya Efyonê di navbera du koman de bi çekan şer derket, di encama şerê çekdarî de 2 kesan canê xwe ji dest dan, kesekî jî birîndar bû.