Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Abdullah Aslan bi heyeta pê re çû serdana Elmas Esra Cecelî Îslama ku wek midûryeta Darulacezeyê hat tayînkirin.
Di serdanê de Aslan axivî û diyar kir ku ew endamên şaristaniyeke ku qîmetê dide kal û pîrên xwe û rehma xwe li ciwanên xwe dike.
Aslan destnîşan kir ku xizmetkirina ji bo kal û pîran wê bereketa jiyana mirovan zêde bike û got ku qenciya herî biçûk jî ku bandorê li jiyana her kesê li Darulaceze bike wê hêviyê ji bo pêşerojê belav bike.
Seroka Darulacezeyê Elmas Esra Cecelî Îslam kêfxweşiya xwe ya ji bo serdanê anî ziman û diyar kir ku divê nirxên civakî û extiyar bên parastin û bi xizmetkirina kal û pîran duaya xwe bi kêfxweşî wergirtine. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di serdema Muhammed Mursî de li Misirê parlamenter û Serokê Muesseseya Meydanê Dr. Riza Fehmî ligel heyeta pê re Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu ziyaret kir.
Serokkomar Erdogan got, “Em hêvî dikin ku her kes zanibe ku di paşeroja Tirkiyeyê de cihê teror û siya wê ya tarî tune ye. Di vî warî de em hêvîdar in ku fersenda dîrokî ya ku ji aliyê Tifaqa Gel ve hatiye vekirin, nebe qurbana armancên şexsî.”
Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê ji ber munasebeta salvegera 44emîna derbeya 12ê Îlonê de peyamek weşand û got, “Ji ber ku Tirkiye hê jî bi Makeqanûna sala 1982an ku berhema derbeyê ye tê birêvebirin, ji bo desthilatdariya siyasî şermeke mezin û ji bo pêşeroja welatê me jî windahiyeke mezin e.”