HUDA PARê li Enqereyê hemû kongreyên navçeyê temam kirin
Kongreya Asayî ya 5emîn a 12 rêxistinên navçeyan ên girêdayî Serokatiya Bajêra Enqereyê ya HUDA PARê bi dawî bû û rêveberiyên nû di serokatiya navçeyan de hatin diyarkirin.
5emîn Kongreya Asayî ya Şaxên Altindag, Çankaya, Çubuk, Elmadax, Etimesgut, Sincan, Keçioren, Mamak, Pursaklar, Golbaşi, Yenîmahalle û Polatliyê yên girêdayî Serokatiya Bajêra Enqereyê ya HUDA PARê hatin kirin.
Di kongreyên ku Serokê Bajarê Enqerê yê HUDA PARê Parêzer Ahmet Karaarslan, endamên lijneyê û endamên partiyê beşdar bûn de, hinek serokên navçeyan bi dengên delegeyan ji nû ve hatin hilbijartin û bi vî awayî peywirdariya xwe nû kirin, di heman demê de li navçeyên din navên nû hatin tayînkirin.
Di encama kongreyan de Hamdullah Bayram ji bo Serokatîya navçeya Altindagê, Mustafa Ozdemîr Serokatîya navçeya Çankayayê, Bahrî Altindag Serokatîya navçeya Çubukê, Îsmaîl Yardimcî ji bo Serokatîya Elmadaxê, ji bo Serokatîya navçeya Etîmesgut Osman Alpsoyê, ji bo Serokatîya Sîncanê Musa Çakmak, Serokatîya Keçîorenê Ûmît Bîlîcî, Serokatîya navçeya Mamakê Abdusselam Ûzûm, Serokatîya Pursaklarê Mahmut Yîgît, Serokatîya Golbaşiyê Nihat Dalga, Serokatîya navçeya Yenîmahalle Yilmaz Akgul û Serokê Navçeya Polatliyê jî Abdulvehap Koyuncu hat hilbijartin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Lijneya Hilbijartinê ya Bilind îtîraza CHPê bi hinceta "bêencamiya mutleq" red kir.
Di doza derbarê 38emîn Kongreya Asayî ya CHPê de, ku di sala 2023an de pêk hat û Ozgur Ozel wekî serokê partiyê hate hilbijartin, biryarek hatiye dayîn. Li gorî vê yekê, Kemal Kiliçdaroglu û berpirsên berê yên partiyê dê vegerin ser karên xwe.
Wesayîteke ku li ser rêya Gumuşxaneyê ji kontrolê derket, ji bariyeran derbas bû û kete nav çem. Şofêra jin a ku di qezayê de birîndar bû, bi tena serê xwe ji wesayîtê derket.