Destheqê kêmtirînê bû 11 hezar û 402 Lîre

Vedat Işikê Wezîrê Ewlehîya Civak û Xebatê, daxuyand ku destheqê kêmtrînê ya nû bû 11 hezar û 402 Lîre.
Komîsyona Tespîtkirina Destheqê Kêmtirînê, di çarçoveya xebatên diyarkirina orana zem a navber de cara sêyem cardin hatin cem hev.
Işikhanê Wezîrê Ewlehîya Civak û Xebatê, piştî hevdîtinê destheqê kêmtirîna nû daxuyand.
Işikhan weha axivî, “Wek ku heta ku îro dibû em ê ji vê pê ve jî gavên ji bona ku aştîya civakî û aştîya xebatê biparêzin dê bidomînin. Niha ez heqê destheqê kêmtirînê a nû eşkere dikim. Heqê brût ê ku di dewra duyemîn a sala 2023yan de derbas bibe, heqê wî 13 hezar û 214 lîre, destheqê kêmtirîn yê net jî 11 hezar û 402 lîre hatîye diyarkirin.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Bi tesîra fiyeta zêra ons a li pîyaseya navîn û zêdebûyîna dolarê zêra çaryek derket 5 hezar û 749 lîreyî.
Hat ragihandin ew ê heta meha nîsanê zam li heqê ceyran û xazê neyê kirin.
Dolar, di serê yê 12ê Sibatê de bi 36,20 TLyî tê firotan.
Bi tesîra fiyeta zêra ons a li pîyaseya navîn û zêdebûyîna dolarê zêra çaryek derket 5 hezar û 664 lîreyî.