Yapicioglu: Heger em di rêya ku Resûlê Xwedê nîşanê me daye de bimeşin wê îzzetê bibînin

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu beşdarî bernameya Mewlûda Nebî ya ku ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve li Dîyarbekirê hat tertîpkirin bû û weha got, “Heger em li derdorê Resûlê Xwedê bicivin, xwe bi sunneta wî re girê bidin, di rêya ku ew nîşanê me daye de bimeşin wê îzzetê bibînin, ji van zilman jî xelas bibin.”
Weqfa Evîndarên Pêxember bernameyên xwe yên ku bi “Jîyandin û Fêhmkirina Sunneta Hezretî Pêxember” her sal tertîp dikin vê salê jî bi temaya “Rêberê Berxwedanê Hz Muhammed” tertîp kir.
Mewlûda Nebî ya ku li Qada Newroza Dîyarbekirê hat tertîpkirin bi xwendina Qurana Pîroz dest pê kir.
Gelek evîndarên Pêxember di seatên serê sibehê de qada Newrozê tijî kirin.
Ji derveyê welat jî alim, rîspî, temsîlkarên sîyasî û STKyan beşdarî bernameyê bûn.
Di meydanê de posterên şehîdên Filistînê wek Fermandarê Giştî yê Tûgayên Qessam Muhammed Deîf, Serokê HAMASê Îsmaîl Henîyye û Yahya Sînwar û Berdevkê Serîyyeyên Qudsê Ebû Hamza hatin daleqandin. Xeyn ji şehîdên Filistînê posterên şehîdên Dîyarbekirê jî wek Yasîn Boru, Rîyad Guneş, Hasan Gokgoz, Huseyîn Dakak, Turan Yavaş û Cumalî Guneş jî di meydanê de hatin daleqandin.
Di destê mêvanên Evîndarên Pêxember de alên Tewhîdê û Filistînê hene, tim û tim ji bo Hezretî Muhammed re selat û selaman tînin.
Piştî merş û îlahîyên ku hûnermendên Ajansa Ozlemê xwendin Mele Omer Çelîk peyama weqfê xwend û di peyamê de bal li ser meseleyên Filistîn, Sûrîye û Xezzeyê hat kişandin.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu jî ji ÎLKHAyê re axavtinek kir û weha got:
“A vaye Xezze… Ev zêdetirî 18 mehan e ku di bin şert û mercên bi zor û zehmet de bêçekin. Tu îmkanên wan ên ku xwe li dijî balafirên herbê û bombeyan muhafeze bikin tine ye. Ava vexwarinê, xwarin û nan tine ye. Xezze ji salên 2006-2007an û vir ve hertim di muhasereyê de ye. Digel vê yekê berxwedana xwe dewam dike. Bi şevq û dersa ku ji îslamê girtine ev rihê berxwedanê didomînin. Bûn îftîxara ummeta îslamê. Lê di aliyê din de bûn îmtîhana ummeta îslamê. Lê mixabin ummetê jî wezîfe û îmtîhana ku li ser milê wane bi layiqtî bicîhneanîti.”
Yapicioglû got ku digel zor û zehmetî û bêîmkanîyan dîsa jî berxwedan dewam dike û weha got:
“Belê di destê wan de sîlehên bipêşketî hene. Emrîkaya xwedîyê sîlehên herî mezin û tesîrdar dane pişta xwe. Lê em dîsa jî du mîlyar alema Îslamê piçûk nebînin. Di nava me de kêmasiya herî mezin yekîtî ye. Heger em di nava xwe de yekîtîyê saz bikin û pêk bînin, di warê edalet, însaniyetî û heqiyê de em sîyasetê bikin û diwarê dewletî de tewreka însanî bikin, wê ev mesele bi hevkariya me teva bê çareser kirin. Lê mixabin vêga hal eve ku em ji vê yekê dûrin, lê dîsa jî em qethiyen ne bê hêvîne.”
Yapicioglû bang kir ku lazim e ummeta Îslamê li dora pêxember bicivin û bibin yek: “Em bang dikin ku bila ummeta Îslamê bibin yek perçe, wehdetê tesîs bikin. Gelek sebeb û pîrozîyên me hene ku lazim e em li dora wan bicivin û ew me bikin yek. Pêxemberê me (s.a.v.) ji vanan yek e. Ew rêberê temamî ummeta ku bi mezhep û qewmiyetên cûda ne ye. Heger em li dor wî bicivin, em sunneta wî tetbîq bikin, em rêya ku ew nîşan dide bibînin û têde bimeşin, emê îzzetê wê çaxê bibînin. Wê çaxê emê ji van zilm û zordestan jî xelas bibin.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokê Rûmetê yê Weqfa Evîndarên Pêxember Mehmet Goktaş Xoceyê ku li Dîyarbekirê di bernameya Mewlûda Nebî de axivî got, "Xezze çiqas di dilê we de bi qîmet be, hûn jî li cem Xweda û Pêxemberê wî hewqas bi qîmet in."
Merwan Ebû Rasê Serokê Komîsyona Yekîtîya Alimên Cîhanê ya Filistînê û Parlamenterê HAMASê, di axavtina xwe ya ku li Mewlûda Nebî ya ku li Dîyarbekirê hat tertîpkirin de weha got, “Ey xûşk û birayên min! Eqsa li bêvîya we ye, Eqsa gazî we dike. Ev civaka we ya ku li Dîyarbekirê kom kirîye li Mescîdî Eqsayê jî kom bikin û em bi vê halê we li Mescîdî Eqsayê jî bêvîya we ne.”
Weqfa Evîndarên Pêxember, peyama “Mewlûda Nebî” ya sala 2025an li Dîyarbekirê hat tertîpkirin parve kir. Di peyamê de derheqê meseleyên Filistîn, Sûrîye û Xezzeyê de peyamên balkêş hatin dayîn.