Êrîşeke nû ya rejîma îşxalker a sîyonîst li ser Lubnanê: Agirbest careke din hat îxlalkirin

Artêşa qaşo ya rejîma îşxalker a sîyonîst bi êrîşên hewayî yên li ser başûrê Lubnanê careke din agirbestê îxlal kir.
Li gorî medyaya Lubnanî, êrîş li bajarokê el-Mûseylih û derdora wê li başûrê welat zêde bûne. Teqînan ziyanek mezin gihandiye tesîsên pîşesaziyê û hinek rê ji bo trafîkê hatine girtin. Çavkaniyên herêmî ragihandin ku ji ber êrîşan, bi taybetî rêya sereke ya Museylih-Neccarîye ji bo trafîkê hatiye girtin.
Bi hezaran îxlalkirin, bi sedan mirin
Tevî peymana agirbestê ya di navbera rejîma terorîst a îsraîl û Lubnanê de ku di 27ê Mijdara 2024an de ket meriyetê jî, rejîma îşxalker heta niha zêdetirî 4 hezar û 500 caran ew îxlal kirîye. Di van êrîşan de herî kêm 283 kes şehîd bûne û 630 kes jî birîndar bûne. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hejmara şehîdên ku di êrîşên artêşa îşxalker a li ser Xezzeyê de şehîd bûn gihîşt 67 hezar û 682an.
Serokatiya Misirê ragihand ku rêberên zêdetirî 20 welatan ew ê beşdarî lûtkeya ku dê derbarê peymana bidawîanîna şerê li Xezzeyê de were lidarxistin bibin.
Piştî nimêja înê, li seranserê Îranê, bi taybetî li Tehranê, xwepêşandanên piştgiriyê ji bo Xezzeyê û Filistîniyan hatin lidarxistin.