Mele Mizgîn: Em ê heta qîyametê dersa Kurdîtîyê ji zatên wek Melayê Cizîrî bistînin

Mele Beşîr Varol ku di panêla Melayê Cizîrî ya ku ji teref Kovara Banga Heq ve hat tertîpkirin de axivî weha got, “Em ê heta qîyametê Kurdîtîyê ji kitêbên van zatan hîn bibin. Çîmkî van însanan di mekteba Îslamê de perwerde bûne û mezin bûne. Bingeha ku avêtine saxlem e. Em ê heta qîyametê dersa Kurdîtîyê ji wan bigrin.”
Kovara Banga Heq, li navçeya Cizîra Şirnexê bi şîara “Stêrka Asîmanên ‘Işq û Îrfanê: Melayê Cizîrî” panêlek tertîp kir.
Ji panêlê re ji çar alîyê Kurdistanê gelek kes beşdarî bûn, Parlamenterên HUDA PARê Serkan Ramanli û Şahzade Demîr jî beşdarî bûn.
Bername bi xwendina Qurana Pîroz dest pê kir û axavtinên silavdayînê hatin kirin.
Moderatitîya bernameya ji teref Prof. Dr. Nurullah Kurt ve hat lidarxistin û Mehmet Beşîr Varol (Mele Mizgîn) jî axavtinek silavdayînê kir.
Mele Mizgîn destnîşan kir zatên wek Melayê Cizîrî stêrkên Îslamê ne, “Dema ku em li wan dinêrin du xisûsek dibînin. Xisûsa yekemîn ev e ku zimanê wan zimanê Erebîya ku Xwedê ji bo hemû însanîyetê xulûqandîye û zimanê Quranê ye. Ev ziman zimanek kûrewî ye. Vê zimanê hîn bûne û parastine. Feqet dema ku vê zimanê hîn bûne zimanê qewmê xwe jî bîrva nekirine. Ev welat 1400 sal di bin hikmê Îslamê de bû. Gelê vî welatî Misilman e. Feqet em dibînin ku ev gel Kurdî/Kurmancîyê bîrva nekirine.”
Mele Mizgîn destnîşan kir ku lê belê piştî îlankirina komarîyê xwedî li zimanê Kurdî nehatîye derketin, “Wek zimanê Îngîlîzî zimanên dinê li ser serê me bûne hakim. Çîmkî Ewrûpayî îşxalker in. Ji ber vêyaye dema ku qanûn û nîzamên li ser serê qewmekî bidin zextkirinê wê qewmê tune dikin. Wana orf û kevneşopîyan bi temamî tune dikin. Digel tiştê herî zor û zehmet ku ji nav qewmekî were derxistin ziman be jî em dibînin ku gelê vê welatî Kurd in lê dîsa jî ewladên wan zimanê Kurdî bîrva kirine. Feqet 1400 sal ku di bin hakimîyeta Îslamê de bûne dîsa jî zimanê xwe bîrva nekirine hetta zimanê xwe pêşve birine. Hetta heta qîyametê qaîde û quralên ku Kurdî, Tirkî û Farisî biparêzin avêtine.”
“Em ê heta qîyametê dersa Kurdîtîyê ji wan bistînin”
Seyda Mele di berdewama axavtina xwe de weha got:
“Em ê heta qîyametê Kurdîtîyê ji kitêbên van zatan hîn bibin. Çîmkî van însanan di mekteba Îslamê de perwerde bûne û mezin bûne. Bingeha ku avêtine saxlem e. Em ê heta qîyametê dersa Kurdîtîyê ji wan bigrin. Ji ber vêyaye ku çareserîya însanîyetê di dînê Xwedê de ye. Îslan, dînê Xwedê ye. ne tenê dînê qewmekî ye. Dînê Ereban an jî milettekî nîne. Dînê Xwedê ye.
Hemî kes li gorî orf û kevneşopîya xwe tê nirxandin. Di orfa şiîrê de xisûsekî ku jê re tê gotin mecaz heye. Di kîjan zimanî de dibe bila bile xisûsekî ewakî heye. Şiîr mecazekî ye. Heger mirov şiîrê li ser rastîyê û heqîqetê ava bike ew ê ecêbîyekî derkeve holê. Lê belê em ê çawa fêm bikin ku ev mecaz e an jî heqîqet e. Lazim e ku em lê binêrin gelo ew însanekî çawa ye. Heger ew însan ehlê Tesewwûfê be û di medreseyê de mabe, yanê ew kes însanekî zahid, mutteqî û yê ku ji Xwedê ditirse be û tu bibînî ku ew mirov di şiîrên xwe de qala pîrekan û xalxalan kirîye, tuyê fêhm bikî ku ev tişt mecaz e. Jîyana vêya ji bo vêya nîşanekî/elametekî ye. Mecaz û heqîqet li gorî elametan tê naskirin. Hinek însan hene radibin dema ku maneyê didin Quranê, dibêjin qey ew Quran wek ‘Entîqayekî’ ye û bi ferhengê maneyê didin. Ji kelamên van zatan re jî weka ku tiştekî heqîqet e dibînin û bi wê şeklê maneyê didin. Heger tu li ser heqîqetê maneyê bidî, ew ê ecêbîyekî derkeve holê.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Prof. Dr. Nesîm Sonmez di panêla Melayê Cizîrî ya ku ji teref Kovara Banga Heq ve hat tertîpkirin de axivî û got, “Melayê Cizîrî, di dîwana xwe de felsefeya Îslamê ji serî ve şîrove kirîye. Ev tiştek rast e ku fikrên wî di pêşveçûna medenîyeta însanîyetê de feyde çêkirîye.”
Li Mêrsînê serwîsa ku karker di nav de bûn qulipî, di encama qezayê de li gorî diyarîyên ewil 5 kesan canê xwe ji dest dan, 14 kes jî birîndar bûn.
Di qezaya ku li Êlihê du tir li hev qelibîn pêk hat de, şofêrê tira ku xera bûbû canê xwe ji dest da, şofêrê dinê jî giran birîndar bû.