Îran: Rejîma sîyonîst vekolînên berfireh ên tesîsên xwe yên navokî red dike
Nûnertiya Daîmî ya Îranê li rêxistinên navneteweyî li Viyanayê ragihand ku rejîma sîyonîst daxwazên ji bo ku tesîs û çalakiyên xwe yên navokî di bin çavdêriya berfireh a ewlehiyê ya Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî (IAEA) de werin danîn, paşguh kiriye.
Di daxuyaniya ku ji aliyê mîsyonê ve hatiye weşandin de hatiye destnîşankirin ku Konferansa Giştî ya IAEA bi dehan salan e ku ji rejîma sîyonîst daxwaz dike ku hemî tesîs û çalakiyên xwe yên nukleerî bi peymanek parastinê ya berfireh ve girêbide.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku wan daxwaz kiriye ku bangên navborî bê şert û merc an derengketin werin bicîhanîn, lê ev daxwaz bê bersiv mane.
Rejîma sîyonîst ne endamê Peymana NPTê ye
Di belgeyên fermî yên IAEAyê de her wiha di salên berê de bang li rejîma sîyonîst kirine ku tevlî Peymana Nebelavbûna Çekên Atomî (NPT) bibe û hemû tesîsên xwe yên nukleerî ji bo teftîşên berfireh ên ewlehîyê yên ajansê veke.
Rejîma sîyonîst ne alîyê Peymana Nukleerî ya NPT'ê ye, û tu peymaneke parastinê ya berfireh tune ye ku tevahiya bernameya wê ya nukleerî bigire nav xwe. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ji ber ku îşxalkerên sîyonîst li Xezzeyê êrîş û îxlalkirinên agirbestê didomînin, ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve hejmara şehîdên Filistînî gihîştiye 73 hezar û 821 kesan û hejmara birîndaran jî gihîştiye 174 hezar û 897 kesan.
Li wîlayeta Xeyber Paxtûnxwa, di êrîşeke bi wesayîteke bombebarkirî de li ser mizgeftekê li Qereqola Polêsan a Kohatê 11 kes hatin kuştin, ku 5 ji wan polîs bûn.
Li dibistanekî başûrê Fîlîpînanê bi çekan êrîş li dibistanê hat kirin, di encamê de 2 kesan canê xwe ji dest dan, 7 kes jî birîndar bûn.