Artêşa îşxalê, li dijî Kampa Balataya rojhilata Nablusa Şerîaya Rojavayê êrîş li dar xist, di encama êrîşê de kesekî şehîd bû, 9 kes jî birîndar bûn.
Sîyonîstên îşxalker, doh êvarê êrîşî Kampa Balataya Nablusê kirin.
Wezareta Tenduristî ya Filistînê, daxuyandin ku di êrîşa hêzên îşxalkeran de Muhammed Mîdhat Emîr Amîrê 18 salî şehîd ket.
Wezaret, îfade kir ku di êrîşê de 4 jê giran 9 kes jî birîndar bûn û mirovên birîndar ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.
Li gorî mirovên ku bûyerê dîtine, îfade kirin ku li muqteya kontrola Avartaya Kampa Balatayê nîşandaran danîye ser serê avahîyan, bi tevî wan nîşandaran jî nahêle ku bila ambûlans bikevin hindir. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li bajara Kalkîlyaya Şerîaya Rojava ya îşxalkirî, çalakîya berxwedanê hat lidarxistin, di encamê de 3 sîyonîstên îşxalker mirin, 10 îşxalker jî birîndar bûn.
UNRWA, daxuyand ku li Xezzeyê ji ber sermayê hejmarê pitikên ku şehîd bûne derket 7 kesan.
Rejima îşxalker a qirker, li Xezzeyê herêma sîvîlan bomberdman kir, di encamê de 11 Filistînî şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.
Sîyonîstên îşxalker, di êrîşên ku li Xezzeyê li dar xistin de 966 camîyan bi temamî an jî bi qismî xera kirin.