Hat ragihandin ku sîyonîstên îşxalker li Yemenê li dijî firokexane, bender û tesîsên sivîl çend êrîşên esmanî pêk anîtin.
Televîzyona El Mesîre ya girêdayî Ensarullahê got, "Dijminê îsraîlê Balafirgeha Navneteweyî ya li paytext Sanayê û santrala ceryanê ya Hazîzê ya li navçeya Sanhanê bi çend êrîşan hedef girt."
Televîzyona El Meyadîn a Lubnanê ragihand ku rejîma sîyonîst li dema axavtina Ebdulmelîk Bedreddîn El Hûsî ku rêberê tevgera Ensarullaha Yemenê ye êrîşî Yemenê kir.
Li gorî hinek çapemenîya Yemenê, El Cezîre ragihand ku li paytext Sanaya Yemenê dengên teqînan hatine bihîstin.
Kanala 13 TV ya rejîma sîyonîst jî ragihand ku rejîma îşxalker li Yemenê êrîşî hinek hedefan kir.
Televîzyona rejîma sîyonîst ragihand ku li gorî çavkanîyeke sîyonîstî, artêşa vî welatî êrîşî balafirxaneya Sanayê û rojavaya Yemenê kir.
El-Meyadîn ragihand ku di êrîşa rejîma sîyonîst li ser Yemenê de, navendên sîvîl li Sana û Hudeydê bûne armanca êrîşan û ev êrîş bi hemahengî û piştgirîya Emrîka û Îngilistanê hatye kirin.
Radyoya artêşa sîyonîst ji zarê çavkaniyekî leşkerî ragihand: Balafirgeha Sanayê, bendera Hudeydê û navendên niftê yên Yemenê di dema êrişa rejîmê ser Yemenê de bûne armanca êrîşan.
Kanala 14 a rejîma sîyonîstî îddîa kir ku artêşa îşxalker ji bo têkbirina birca kontrolê ya balafirgeha navneteweyî ya Sanayê ev balafirgeh seqet kir.
Herwiha Radyoya artêşa sîyonîst îddîa kir ku ev êrîşa sîyonîstan ji êrişên berê yên ser Yemenê cuda ye.
Ji aliyeke din ve kanala 14ê ya rejîma sîyonîstî îddîa kir ku ev êrîşa sîyonîst ne êrîşeke nû li dijî Yemenê ye, belkî ev destpêka pêleke nû ya êrişên îşxalekran a li dijî Yemenê ye. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Endamê Biroya Sîyasî ya Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (HAMAS) Usame Hamdan, di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir ku rejima îşxalker heta niha ji qebûlkirina agirbestê û vekişîna ji Xezzeyê direve.
Di qirkirina ku ji 7ê Cotmehê vir ve ji teref sîyonîstên îşxalker ve li Xezzeyê hat kirin de hejmara şehîdan derket 45 hezar û 484an û hejmara birîndaran jî derket 108 hezar û 90an.
Sîyonîstên îşxalker, li Xezzeyê hedefgirtina mala Xezzeyîyên ku ji cîhê xwe bûne û xwe sipartine didomîne. Di êrîşan de gelek kes şehîd bûn.
Hat îfadekirin ku li herêma “Mertala Firatê” 3 PKK/YPGyî hatin kuştin, li herêma “Pencik-Kilîdê” jî 2 PKKyî hatin kuştin.