Di çarçoveya peymana pevguhertina êsîran a navbera HAMAS û rejima sîyonîst de, 110 êsîrên Filisîtnî hatin serbestberdan.
Di çarçoveya tura 3yemîn a pevguhertina êsîran de, 110 êsîrên Filistînî ji Girtîgeha Oferê hatin serbestberdan.
Li hember 3 êsîrên sîyonîst ku HAMASê wan serbestberdabû 110 Filistînî hatin serbestberdan.
Filistînîyan jî ji bona êsîrên ku hatine berdan pêşwazî bikin li bajaroka Beytunyaya Ramallahê civîyan.
Cîp û wesayîtên kar ên sîyonîstan jî ji bona ku Filistînîyên civîyane belav bikin êrîşê wan kirin.
Hîva Sor a Filistînê, destnîşan kir ku di encama êrîşa sîyonîstan de 3 kes bi guleyên rastîn, 3 kes bi guleyên plastîkî tev de 6 kes birîndar bûn, 8 kes jî ji gaza îsotê tesîrdar bûn.
Dema ku konvoya Xaça Sor ket bajarokê Filistînîyan jî bi agirbaz û çepikan wan pêşwazî kirin.
Êsîrên ku hatin berdan ew ê li Şaredarîya Ramallahê ji kontrola tenduristîyê derbas bibin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Berdevkê Tûgayên Qessam Ebû Ubeyde, daxuyand ku Serfermandarê Tûgayên Qessam Muhammed Daîf û 6 fermandarên bi wî re şehîd bûne.
Tevgera berxwedana Îslamî HAMAS, ji ber şehadeta Serokê Serfermandarê Tûgayên Qessam Muhammed Deîf û fermandarên dinê yên ku şehîd bûne bang li alema Îslamê kir ku bila nimêja cenaze ya xiyabî bikin.
Berdevkê Tûgayên Qessam Ebû Ubeyde, diyar kir ku Serfermandarê Tûgayên Qessam Muhammed Deyf û 6 fermandarên dinê şehîd bûne.