14 kesên din li Xezzeyê ji birçîbûnê mirin, di nav wan de 2 zarok hene

Krîza mirovî ya li Xezzeyê berdewam dike ku canên nû digire. Di 24 saetên dawî de, 14 kesên dinê ji ber birçîbûn û kêmasiya xwarinê mirin.
XBi vî awayî, hejmara giştî ya miriyên ji ber birçîbûnê yên ji ber şerê ku di 7ê Cotmeha 2023an de dest pê kir û girtina hemû deriyên sînor di 2yê Adara 2025an de çêbû, gihîştiye 147 kesan. Ji kesên ku canê xwe ji dest dane, 88 zarok bûn. Bûyerên li Xezzeyê krîzeke mirovî ya bêhempa di serdema nûjen de temsîl dikin.
WHOyê got ku rêjeyên kêmbûna xurekê li Xezzeyê gihîştine "astên alarmê" û derengketina di têkoşîna li dijî birçîbûnê de "dibe sedema windakirina gelek jiyanan".
UNICEF tekez kir ku tevahiya nifûsa sivîl a li Xezzeyê birçî ye, lê zarok herî zêde tesîrdar dibin û got, "Zarokên ku divê li dibistanê bin ji bo xwarina xwe canê xwe dixin talûketê."
Koordînatorê OCHA Tom Fletcher banga agirbestek tavilê û mayînde û gihîştina alîkariyê kir, û destnîşan kir ku yek ji sê kesan li Xezzeyê bi rojan e bê xwarin e.
UNRWA ragihand ku rêjeya kêmbûna xurekê di nav zarokên di bin 5 salî de di navbera Adar û Hezîranê de du qat zêde bûye.
Ne tenê bombe, lê birçîbûn jî mirovan li Xezzeyê dikuje. Ambargoya tevahî ya rejîma sîyonîst rê li ber gihandina alîkariyên pêwîst ên xwarin û bijîşkî digire. Ev yek tesîrên wêranker ên ne tenê şer in, di heman demê de bêparbûna sîstematîk jî li ser gelê Filistînê nîşan dide.
Hejmara Filistîniyên ku di êrîşên ku ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve berdewam dikin de canê xwe ji dest dane gihîştiye 59,821 kesan, her wiha 144,851 kes jî birîndar bûne. Bi hezaran kes hêna jî di bin xirbeyan de asê mane û tîmên bijîşkî nikarin bigihîjin gelek deveran.
Bêdengiya li Xezzeyê ne tenê mezinahiya bombebaranê, lê di heman demê de mirinên bêdeng ên ku bi birçîbûnê re tên jî nîşan dide. Lêbelê, cîhan bi temaşekirina vê karesatê razî ye. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokê Emrîkayê Donald Trump, ji daxuyanîyên Serokê berê yê Dewleta Rûsyayê Dmitriy Medvedev re bertek nîşan da û got ku ew emir daye, “Du binavên nukleerî bişînin herêmên munasîb.”
Li peravên rojhilata Emrîkayê ji ber barîna zêde, li New York û New Jerseyê rewşa awarte hat îlankirin.
Ji Xezzeya ku divê rojane 800 qamyon bikeve hindir re, tenê qasî 5 qamyonan alîkarî ji hewayê hat şandin, ev jî bû sedema nerazîbûnê.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 60 hezar û 332an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 147 hezar û 743 kesan.