Li Xezzeyê hejmarê şehîdan derket 60 hezar û 332an

Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 60 hezar û 332an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 147 hezar û 743 kesan.
Di nav 24 seatên dawîn de ji nexweşxaneyên Xezzeyê re 73 şehîd û 554 birîndar hatin gihandin.
Ji 18ê Adara 2025an vir ve ku rejima îşxalker agirbestê xera kir êrîş dijwartir bû. Heta niha 9 hezar û 163 kes şehîd bûn, 35 hezar û 602 kes jî birîndar bûn.
Li gorî çavkanîyên tenduristîya Filistînê, piranîya şehîdan zarok û pîrek in.
Rayedaran, bal dikşînin ku her roj ku diçe şehîd zêde dibe û rewşa însanî jî xerabtir dibe.
Hat îfadekirin hêna jî gelek mirov di bin kavilan de ne û ambûlans û ekîbên paratina sîvîl nikarin xwe bighînin wan. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li peravên rojhilata Emrîkayê ji ber barîna zêde, li New York û New Jerseyê rewşa awarte hat îlankirin.
Ji Xezzeya ku divê rojane 800 qamyon bikeve hindir re, tenê qasî 5 qamyonan alîkarî ji hewayê hat şandin, ev jî bû sedema nerazîbûnê.
Mezintirîn şîrketa rafineriya petrolê ya Pakistanê, Cnergyico, dê di Cotmehê de 1 milyon bermîl petrola Navînî ya Teksasa Rojava ya Emrîkayî (WTI) îtxal bike.