30 sal ji ser Qirkirin û Qetlîama Srebrenîtsayê derbas bûn

30 sal berê li navenda Ewrûpayê Qetlîama Srebrenîtsayê ya ku ji teref Sirpan ve li Bosnayê hatibû kirin hêj jî wek nû xwe diparêze.
Digel ku ji ser Qetlîama Srebrenîtsayê ya ku tê de zêdetirî 8 hezar Mislimanên Boşnak ji teref Sirpên wehş û hov ve hatin qetilkirin 30 sal derbas bûbûn jî hêj nayê jibîrkirin. Qetlîama ku piştî Cenga Cîhanê ya Duyemîn li Ewrûpayê wek qetlîama herî mezin tê hesibandin hêj jî dema ku tê hişê mirov hinava însanan dişewitîne
Di 11ê Tîrmeha 1995an de yekîneyên ku di bin emrê qetîlê Sirp Ratko Mladîcê de bûn Srebrenîtsaya ku di rojhilata Bosna Hersekê de bû îşxal kirin. Ev yek jî bû elamet ku dê ev qetlîam were kirin.
Li Srebrenîtsaya ku ji teref Neteweyiyên Yekbûyî (BM) ve wek herêma ewledar hatibû hesibandin piştî îşxalê bi hezaran Boşnak li leşkerên Hollandayî sitirîbûn. Dûvre wan kesên ku li leşkerên Hollandayê sitirîbûn teslîmê leşkerên Sirp dikin. Destûr hat dayîn ku pîrek û zarok biçin herêma ku di bin kontrola leşkerên Boşnak de bû. Lê zilam bi şiklekî wehşiyane hatin qetilkirin.
Digel derbasbûna 28 salên Qetlîama Srebrenîtsayê hêj jî hinek xizmên qurbanan mêr, law, xişk û birayên xwe nedîtine. Hêj cesedên nêzîkê hezar û 100 kesan nehatiye dîtin.
Ev qetlîama ku di sala 1995an de li Srebrenîtsayê pêk hat ji teref Mehkemeya Cezaya Navneteweyî ya Yugoslavyayê (ICTY) ve wek komkuj hat hesibandin. Di dema herbê de Radovan Karadzîcê pêşengê siyasî yê Sirpên Bosnayî bû wek 40 sal wî mehkûmê hepsê kirin. ICTY, heta îro li Srebrenîtsayê ji ber sûcên ku hatine kirin 15 kesan bersûc dîtiye û wan avêtiye hepsê.
Her wiha di sala 2002yan de xizmên qurbanan di eleyhê Hollandayê de dest bi micadeleya hiqûqî kirin. Dadgeha li herêma Laheyê di eleyhê Hollandayê de biryar da û bi binasiya ku 3 kesên di vî komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane Hollandayê wek berpirsyar dît û hikim da ku tezmînat ji xizmên qurbanan re were dayîn.
Di sala 2007an de dayîkên Srebrenîtsayê di heman bergehê de li ser navên 6 hezar mexdûran di eleyhê Hollandayê de doz vekirin. Dadgeha Herêma Laheyê ji ber ku di dema îşxalê de 300 siwîlên Boşnakî teslîmê leşkerên Sirpê kirine wan qismen bersûc dît. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hamasê diyar kir ku qaşo serokwezîrê rejîma sîyonîst, Benyamin Netanyahu, bi zanebûn peymana danûstandina berfireh sabote kiriye û berdewamiya êrîşan li ser gelê Xezzeyê pêk anîtîye. Tevgerê tekez kir ku danûstandinên berpirsiyar ji bo agirbestek daîmî û danûstandina êsîrên hevbeş berdewam dikin.
Li Şerîaya Rojava berxwedana li dijî îşxalkeran berdewam dike. Di 24 saetên dawî de di 15 xwepêşandanên cuda de siyonîstek hat kuştin û çar leşker jî birîndar bûn.
Li gorî agahîyan, di çarçoveya pêvajoya bêçekkirina PKKê de, komek endamên PKKê li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê çekên xwe şewitandin.
Endamê Buroya Sîyasî ya HAMASê Îzzet el-Rişk soza Tûgayên Qessam a "Em ê heybeta artêşa we hilweşînin" daye bi bîr xist û bi wêneyekî sembolîk ku li ser medyaya civakî belav bûye, cudahiya di navbera tirsonekiya îşxalkeran û esaletê berxwedanê de destnîşan kiriye.