Merhaleya yekem a bêçekkirina PKKê temam bû

Li gorî agahîyan, di çarçoveya pêvajoya bêçekkirina PKKê de, komek endamên PKKê li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê çekên xwe şewitandin.
Merhaleya yekem a pêvajoya bêçekkirina PKKê pêk hat. Komek endamên PKKê li nêzîkî navçeya Surdaş a Silêmanîyê li şikeftekê kom bûn û agir berdan kazanek mezin ku tê de çekên wan hebûn.
Pêvajoya bêçekkirina rêxistinê ji aliyê gelek rojnamevan, nivîskar û siyasetmedarên ji Tirkiye, Herêma Kurdsistanê û Iraqê ve hate şopandin.
Tê texmînkirin ku pêvajoya bêçekkirina tevahî ya rêxistinê heta dawiya Îlonê biqede. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Çeteyên çekdar ên Cihûyî êrîşî bajarokê Sincilê yê li bakurê Ramallahê kirin û du Filistînîyên 23 salî kuştin. Kenê li ser rûyê Mihemed El Şelbî, ku cenazeyê wî piştî çend seatan hate dîtin, berxwedana adil a gelê Filistînê nîşan da.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Erakçî, got ku bernameya wan a nukleerî armancekî aştîyane di nav xwe de dihewîne û di çarçoveya Peymana Pêşgirtina Belavbûna Çekên Nukleerî (NPT) de tê meşandin.
Balafirên herbê yên sîyonîstan li bakur, orte û başûrê Xezzeyê êrîşên asîmanî pêk anîtin. Di encama van êrîşan de herî kêm 48 kes şehîd bûn. Îşxalkeran di vê êrîşê de çadiran, herêmên ku sîvîl lê dicivin û xanîyan hedef girt.
Baranên musonê ku li Pakistanê dibare bû sedema lehîyê, di encama lehîyê de heta niha 98 kes mirin, birîndar jî gihîştin 185 kesan.