45 sal di zindanên îşxalê de: Serwerê girtîgehê azadiya xwe bi dest dixe

Êsîrê filistînî Naîl el-Berxusî yê ku 45 sal di zîndanîn siyonîstan îşxalker de derbas kir wê di rojên pêş de azad bibe.
Hat ragihandin ku girtiyê filistînî Nail al-Berxusî yê ku di zindanên îşxalê de bû û li gorî Pirtûka Rekoran a Guinnessê ya sala 2009an "li dinyayê girtiyê herî dirêj ê girtî" bû, wê bê berdan.
Li gorî Navenda Ragihandinê ya Filistînê, malbata Berxusî di daxuyaniya xwe ya duh de gotibû, “Naîl bi hevjîna xwe re bi rêya telefonê axiviye û jê re gotiye ku wê hefteya bê serbest bê berdan, lê wê sirgûnî derveyî welat bê kirin.”
Malbatê diyar kir ku Berxusî qerara sirgûnê qebûl kiriye û di çarçoveya peymana pevguhertina êsîran de wê hefteya pêş were berdan.
Naîl El Berxusî ev 45 sal in di zindanên îşxalê de tê ragirtin û ji aliyê girtiyan ve wekî "Ebu'n-Nur" (Bavê Nûr) tê binavkirin.
Berxûsî ku ket sala xwe ya 45. a di zindanên îşxalê de, 34 salan bênavber di girtîgehê de derbas kir. Di dîroka hereketa girtiyan a Filistînê de ev demeka herî dirêj a girtina bênavber hat tomarkirin. Rayedarên îşxalê tevî gelek peymanên berê yên pevguhertina girtiyan serbest berdana wî red kiribû.
Di 19ê Çileyê de di navbera Hereketa Berxwedana Filistînê HAMAS û rejîma îxşalker de li Şerîda Xezzeyê peymana agirbestê û pêvajoya pevguhertina girtiyan dest pê kir. Peyman ji sê qonaxan pêk tê û her yek 42 rojan berdewam dike. Di qonaxa yekem de pevguhertina êsîran, gihandina alîkariyên mirovî, ji bo qonaxa duyemîn û sêyemîn jî wê danûstandin berdewam bikin. Ev pêvajo bi navbeynkariya Misir û Qeterê tê meşandin.
Di çarçoveya qonaxa yekem a rêkeftina agirbestê de, rejîma îşxalker plan dike ku nêzîkî 2000 girtiyên Filistînî azad bike, ku 290 ji wan bi cezayê heta muebbet û 1687 ji wan di heyamên cuda cuda de hatine girtin in. Di berdêla vê de tê pêşbînîkirin ku 33 mehkûmên siyonîst ên di destê berxwedana li Xezzeyê de ne bên berdan. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di êrîşa rejima îşxalker a li dijî Xezzeyê ya ku di 7ê Cotmehê de dest pê kiribû de hejmara şehîdan derket 48 hezar û 319 kesan û 111 hezar û 749 kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin li Port-au-Princeya ku paytexta Haîtî ye endamên çeteyeke çekdar bi ser malan de girtin û 20 kesan kuştin.
Li Nîjeryayê ji serê salê vir ve ji ber şoba Lassayê 80 kesan canê xwe ji dest dan.
Malcom X'ê ji şehîdên meha sibata di 60emîn salvegera şehîdiya xwe de bi rehmet tê yadkirin.