8 mirovên ku xizmên hev in li Îranê di nav bîra çandinîyê de canê xwe ji dest dan

Li bajara Koyeşta wîlayeta Luristanê mirovekî ji bona ku xerabûna di bîrê de çêbûye temîr bike ket nav bîrê û dûre 7 xizmên wî jî li pey wî ketin nav bîrê, hat îfadekirin ku mirovan ji ber kêmasîya oksîjenê canê xwe ji dest dane. Û mirovên ku canê xwe ji dest dane jî xizmên hev in.
Hat îfadekirin ku bûyer doh êvarê li bajara Koyeşta wîlayeta Luristanê pêk hat, di bûyerê de 8 kesan canê xwe ji dest dan.
Bûyera ku pêk hat li bajaroka Kunanîyê çêbû.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, di pompeya avê ku di seat 19.30yan de hatibû kirin nav bîrê xera bû.
Mirovekî ku ji bona pompayê temîr bike ket nav bîrê, ji ber kêmasîya oksîjenê di bîrê de asê ma.
Hef mirvên dinê yên jî ji bona ku xizmê xwe xelas bikin talîkeyê dan ber çavên xwe û ketin nav bîrê. Encax van mirovan jî bi heman şeklê bêoksîjen man û xeniqîn.
Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re ekîbên parastina sîvîlan hatin sewqkirin û di encama xebata ekîban de cenazeya heşt kesan hatin derxistin.
Qeymeqamê hermê Murad Nasir, daxuyand mirovên ku canê xwe ji dest dane temamê wan xizmên hev in. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 52 hezar û 810an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 119 hezar û 473 kesan.
Di van rojên dawîn de li ser hîsabên medayaya civakî bangên “Vê Havînê Coca-Cola û Pepsîyê Boykot Bikin” zêde bûne. Komên aktîvîstî, bi armanca piştgirîya li hember qirkirina li Xezzeyê pêşnîyar dikin ku bila van hilberînan bêne boykotkirin.
Komîteya Rakirina Ji Holê ya Cudahîya Nîjadî ya Neteweyên Yekbûyî, daxuyand ku ji ber dawîbûna stokên xwarinê, hilweşîna binesazîyê û êrîşên leşkerî yên li Xezzeyê sîvîl, bi xela, nexweşîn û mirinên ji nişkav de re rûbirû mane.