Wezareta Parastina Netewî, diyar kir ku li herêmên “Pencik-Kilîd” û Metînayê 3, li herêmên “Kahnîya Aştî û Mertala Firatê” jî 6 PKKyîyan kuştine.
Wezaret, daxuyand ku ew ê di operasyonên micadeleya bi terorê re de biryarîyên xwe bidomînin.
Di daxuyanîya ku ji teref wezaretê ve hat belavkirin ku weha hat gotin:
“Hêzên me yên Çekdar ên Qehreman, li herêmên Pencik-Kilîd û Metînaya bakurê Iraqê 3 PKKyîyên ku tespît kirine û li herêmên Mertala Firatê û Kahnîya Aştî yên bakurê Sûrîyeyeê 6 terorîstên PKK/YPGyî yên ku tespît kirine bêtesîr kirin. Ji bona ku terorê ji kokê tune bikin ew ê operasyonên me berdewam bikin.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di qirkirina ku ji 7ê Cotmehê vir ve ji teref sîyonîstên îşxalker ve li Xezzeyê hat kirin de hejmara şehîdan derket 46 hezar û 565an û hejmara birîndaran jî derket 109 hezar û 660an.
Piştî ku îşxalkeran bi saetan li Şerîeya Rojavayê 15 kes di nav de jinek jî heye desteser kirin, êrîşên xwe yên li ser bajar û gundên ku Filistînî lê dijîn didomînin, di dema serdegirtinan de di navbera berxwedêrên Filistînî û îşxalkeran de pevçûn rû didin.
Li Îranê artêş, li herêmên parastina hewayî yên rojava û bakurê welat tetbîqata bi navê "Power-1403" da destpêkirin.
Endamê Biroya Sîyasî ya Tevgera Berxwedana Îslamî Usama Hamdan, îfade kir ku berxwedan plana tesfîyekirina doza Filistînê tarûmar kir, çareserîyek tenê heye ku ew jî dawîbûna îşxalê ya ji temamê axên Filistînê ye.