Wezareta Parastina Netewî, diyar kir ku ew li rojavayê 9 PKK/YPGyîyên ku hazirîya êrîşê dikirin kuştine.
Li ser hîsaba medyaya civakî ya wezaretê daxuyanîyek hat parvekirin û di daxuyanîyê de weha hat gotin, “Em ji bona ku terorê ji kokê ve tune bikin bibiryar in. Leşkerên me yên qehreman, li bakurê Sûrîyeyê 9 PKK/YPGyîyên ku hazirîya êrîşê dikirin bêtesîr kirine. Heta ku terorîstan ji vê erdnigarîyê herin û tune bibin em ê micadeleya xwe bidomînin.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di qirkirina ku ji 7ê Cotmehê vir ve ji teref sîyonîstên îşxalker ve li Xezzeyê hat kirin de hejmara şehîdan derket 46 hezar û 645an û hejmara birîndaran jî derket 110 hezar û 12an.
Wezîrê Karên Derve yê bireveberîya nû ya Sûrîyeyê ku piştî ketina rejima Esadê li Sûrîyeyê hatibû damezrandin Esad Hasan Şeybanî, di daxuyanîya ku bi Tirkî kir de weha got, “Ji bo temsîlkarîya Sûrîyeya nû, emê ji Tirkîyeyê re zîyareta xwe ya ewil a fermî li dar bixin.”
Çapemenîya îşxalê, nivîsand ku HAMASê di pevguhertina êsîran de cenazeya serokê şehîd Yahya Sînwar jî dixwaze lê ew ê îşxalkeran vê daxwaza wan qebûl nekin.