Abdulmelîk el Husî: Rejima sîyonîst agirbestê xera bike ew ê Ensarullah jî dest bi operasyonên xwe bike

Serokê Ensarullahê Abdulmelîk el Husî, destnîşan kir ku rejima îşxalker li dijî Xezzeyê ji nû ve dest bi êrîşan bike hêzên Yemenê jî ji bo destpêkirina operasyonên leşkerî amade ye.
El Husî, di daxuyanîya ku da de weha got, “Heger li dijî Xezzeyê herb ji nû ve dest pê bike, em ê dîsa vegerin operasyonên xwe.” Husî îfade kir ku rejima îşxalker di nav vê 2 salên dawîn de zayîadên giran da, digel vêya jî “êsîrên xwe xeyn ji agirbestê nikaribû xelas bikirana”.
Abdulmelîk el-Husî got, “Hemî kes dîtîye ku rejima îşxalker di nav du salan de gelek ziîf bûye. Rejima sîyonîst hem di warê leşkerî hem jî di warê moralê de têk çûye.” Husî, destnîşan kir ku Emrîka jî li Behra Sor di herba behrê de “têkçûnekî giran” dîtîye.
El-Husî destnîşan kir ku Emrîka û rejima sîyonîst serfîraz nebû ku berxwedana gelê Yemenê bişkîne û got, “Ew êrîş dikin lê em jî bi biryarî bersivê didin. Dê ev ummet teslîm nebe.”
Hêzên Çekdar ên Yemenê hefteya borî daxuyanîyek parve kiribû û gotibû ku tev de li dijî hedefên rejima sîyonîst 758 operasyonan li dar xistine. Li gorî daxuyanîyê di van operasyonan de fuzeyên balîstîkî, seyîr û hîpersonîkî, balafirên bêînsan yê hewayê û wesayîtên behrê hatin bikaranîtin.
Hêzên Yemenê, li Behra Sor, Bendera Adenê, Behra Ereban û Okyanûsa Hîntê ji 228an zêdetir keştîyên sîyonîstan hedef girtin, xeyn ji vana 22 ÎHAyên ji tîpa MQ-9an a Emrîkayê xistine xwarê.
Ensarullah, di daxuyanîya xwe de weha qala micadeleya xwe kir, operasyon heta ku “Quds azad bibe û hebûna sîyonîstan ji holê rabibe” berdewam bike. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Şofêrê motorsîkletek li bajarê Eyn Qanayê li başûrê Lubnanê piştî ku ji teref balafireke bêmirov a rejîma sîyonîst ve hate hedefgirtin, şehîd bû.
Hêzên ewlehî yên Xezzeyê daxuyandin ku ew li dijî mîlîsên Yaser Ebû Şebab operasyonên hessas li dar xistine, di encamê de gelek mîlîna binçav kirin û dest danîn li ser amûrên wan ên leşkerî.
Tûgayên Qessam, li başûrê Xezzeyê du cenazeyên dinê yên êsîrên sîyonîst teslîmî Xaça Sor kir. HAMASê di çavçoveya peymana agirbestê de heta niha 20 êsîran sax, 15 êsîran jî bi mirîkî teslîm kir.