Êrîşa rejîma sîyonîst li Başûrê Lubnanê: Şehîdek

Şofêrê motorsîkletek li bajarê Eyn Qanayê li başûrê Lubnanê piştî ku ji teref balafireke bêmirov a rejîma sîyonîst ve hate hedefgirtin, şehîd bû.
Îro danê sibê li bajarokê Eyn Qana li başûrê Lubnanê, droneke rejîma sîyonîst motorsîkletê hedef girt. Di encama êrîşê de şofêr, welatiyê Lubnanî Îsa Kerbelayî, hat şehîdkirin.
Medyaya Lubnanî ragihand ku êrîş li ser rêya kevin a Cîbanê li Eyn Qenayê pêk hatiye û Kerbelayî li cihê bûyerê şehîd bûye.
Artêşa rejîma sîyonîst hema bêje her roj êrîşên xwe li ser herêmê didomîne û hedefên Hizbullahê wekî hincet bi kar tîne.
Êrîşên rejîma sîyonîst li ser Lubnanê, ku di Cotmeha 2023an de dest pê kirin, di Îlona 2024an de veguherî şerekî berfireh, ku di encamê de zêdetirî 4 hezar kes şehîd bûn û nêzîkî 17 hezar kes birîndar bûn. Tevî peymana agirbestê ya ku di Mijdara 2024an de hat kirin jî, rejîma sîyonîst bi hezaran caran ev peyman îxlal kir, ku di encamê de bi sedan şehîd û birîndar bûn.
Îşxalkirina herêmê bi destxistina pênc girên ku rejîma sîyonîst di şerê dawî de û deverên din ên ku demek dirêj di bin kontrola xwe de digirt, berdewam dike. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokê Ensarullahê Abdulmelîk el Husî, destnîşan kir ku rejima îşxalker li dijî Xezzeyê ji nû ve dest bi êrîşan bike hêzên Yemenê jî ji bo destpêkirina operasyonên leşkerî amade ye.
Hêzên ewlehî yên Xezzeyê daxuyandin ku ew li dijî mîlîsên Yaser Ebû Şebab operasyonên hessas li dar xistine, di encamê de gelek mîlîna binçav kirin û dest danîn li ser amûrên wan ên leşkerî.
Tûgayên Qessam, li başûrê Xezzeyê du cenazeyên dinê yên êsîrên sîyonîst teslîmî Xaça Sor kir. HAMASê di çavçoveya peymana agirbestê de heta niha 20 êsîran sax, 15 êsîran jî bi mirîkî teslîm kir.