Aktîvîstekî di keştîya Madleenê de bû dest bi grêva birçîbûnîyê kir

Thiago Avilayê Brezîlyayî ku di nav Keştîya Madleena ku ji teref rejima îşxalker di nav ava navneteweyî de hatibû desteserkirin de bû, dest bi grêva birçîbûnîyê kir.
Keştîya Madleenê ku ji bona ji Xezzeya ku ev bû çend meh in parîkî nan jî neketîye navê re alîkarîya însanî bighêjînin derketibû rê, di nav ava navneteweyî de hatibû desteserkirin.
Ekîba hiqûqa Adalahê ku parêzêrîya aktîvîstan girtibû ser milê xwe derheqê bûyerê de daxuyanî da.
Di daxuyanîyê de hat hînbûn ku Thiago Avilayê Brezîlyayî dest bi grêva birçîbûnîyê kirîye. Hat destnîşankirin ku Avîla dema ku keştî hatîye desteserkirin dest bi grêvê kirîye.
Xeyn ji vêya hat ragihandin cîhên ku aktîvîst hatine deserkirin û tê de têne girtin di nav bizmik û spîyan de ye û ava qirêj ji wan re tê dayîn.
Hat diyarkirin ku van 12 aktîvîstên ku di nav ava navneteweyî de hatine desteserkirin, bi sûca “bi rêyên neqanûnî dikevin nav welat” re rûbirû mane û ji van aktîvîstan re qedexeya 100 sal neketina welat hatîye dayîn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serfermandarê Giştî yê Îranê Muhemed Baqirî di êrîşeke asmanî ya rejîma sîyonîst de şehîd bû. Her çend medyaya Îranê şehîdbûna wî piştrast kir jî, berê hatibû ragihandin ku ew sax e.
Serokê Emrîkayê Donald Trump, di daxuyaniya xwe ya ewil a piştî êrîşên rejîma sîyonîst de diyar kir ku ew hêvî dikin ku pêvajoya danûstandinên nukleerî bi Îranê re bidomînin. Trump got, "Îran nikare bibe xwediyê bombeya nukleerî. Ger hewce be em ê îsraîlê biparêzin."
Rêberê Înqilaba Îslamî ya Îranê Ayetullah Seyyîd Elî Xameneî ragihand ku ji bo fermandar û zanyarên ku di êrîşên rejîma sîyonîst de şehîd bûn, "cezayek giran" wê bidin îşxalkeran.
Berdevkê Hêzên Çekdar ên Îranê ragihand ku bi tevî rejima sîyonîst Emrîka jî li pişt êrîşa Tehranê ye. Berdevk bal kişand ku her du welat ew ê "şîrmaqek mezin" bistînin.