Balafirên Îngilizan û Emerîkayê, li ser Xezzeyê sîxûrtîyê dikin

Emrîkayê ji bona ku ji rejima îşxalker re alîkarîya îstîxbarî bike ji Kanûna 2023yan vir ve ji Îngilistanê balafiran kirê dike û li Xezzeyê difirîne, bi vê şeklê ji artêşa îşxalê re destekek aktîf dide.
Rojnameger Matt Kennard û Abdullah Faruk ku yên Deep Diveya ku platformekî lêkolînê ye ne, di rapora ku amade kirin de, nîşan dan ku Emrîka li ser Xezzeyê bernameyeke nû ya îstîxbaratê dimeşîne. Di çarçoveya vê bernameyê de, Emrîka, bi balafirên ku ji şîrketekî Emrîkayê yê taybet kirê kiribû ji artêşa îşxalê re desteka îstîxbaratê dide û bi vê şeklê Emrîka wezîfeya Îngilistanê ku ji Kanûna 2023yan vir ve ew dikir girtîye ser milê xwe.
Li gorî raporê, balafirên sîxûrtîyê yên ji tîpa Beechcraft King Air 350 ku aîdê Îngilistanê ne (wek "Shadow R1" jî têne zanîn) ji Baregeha Akrotiriya Kibrisê seferên keşfê dikirin. Encax van operasyonan di 25ê Tîrmehê de ji nişkav de sekinîn û di heman dîrokê de balafireke sîxûr ê nû yê Emrîkayê ket dewrê. Tê fikirandin ku ev balafira Emrîkayê, wezîfeya ku Îngilistanê bikardianît bi qabilîyetên pêşveçûyî girtîye ser xwe.
Hat îfadekirin ku ev balafir di serê Tîrmehê de li wîlayeta Marylanda Emrîkayê firîna testê bikaranîtîye, û dûre jî li ser Kanada, Îzlanda û Sîcîlyayê derbasî Kibrisê bûye û ji 15ê Tîrmehê vir ve jî li ser Xezzeyê seferên sîxûrtîyê dike.
Sefera herî balkêş jî ev e ku balafir di 28ê Tîrmehê de sê seat li ser Xan Yûnisê firîyaye û roja dinê jî li heman herêmê êrîşên hewayî yên îşxalkeran dest pê kirîye. Bi vê şeklê rayedaran dibêjin ku ev balafira sîxûr bi qetlîamên li dijî dibistan, nexweşxane û herêmên sîvîl re eleqedar e.
Daneyên seferê balafirê ketîye nav “Lîsteya Dizî”; ji ber vê yekê di sîteyên şopandina seferên bazirganîyê de nayên temaşekirin. Ev jî nîşan dide ku, li gorî balafirên Îngilizan bernameya vê balafirê di nav veşartinekî hessas de tê meşandin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejîma sîyonîst êsîrekî din ê Xezzeyê li navendeke lêpirsînê şehîd kir. Şehadet bi mehan hate veşartin, û rejîma îşxalker hewl da ku bûyerê wekî "ketineke tesadufî" veşêre.
Li peravên Kamcatkayê di mezinahîya 6.4an de erdhejek çêbû.
Hejmarê sporvanên ku di êrîşa rejima îşxalker de li Xezzeyê şehîd bûne gihîşt 660î. Şehîdê herî dawîn, stêrka berê yê taxima netewî Suleyman el-Ubeyd bû.
41 Parlamenterên Ewrûpayê ji Neteweyên Yekbûyî xwestin, bila NY ambargoyê bide ser rejîma terorê. Parlementeran gotin ku NY bi rejima terorê re tîcaretê dike û ev yek nayê qebûlkirin.