Bedêla rastîyê: 275 rojnamevanên Filistînî li Xezzeyê şehîd bûn
Ofîsa Medyayê ya Hikûmetê li Xezzeyê ragihand ku di sala 2025an de 56 rojnamevanên Filistînî dema ku li ser wezîfeya xwe bûn şehîd bûne. Hejmara rojnamevanên ku ji destpêka êrîşên qirkirinê ve şehîd bûne gihîştiye 275an.
Ofîsa Medyayê ya Hikûmetê ya li Xezzeyê kar dike, daneyên balkêş parve kirin ku rewşa dijwar a rojnamevanên Filistînî eşkere dikin. Li gorî daxuyaniyê, di sala 2025an de 56 rojnamevan dema ku wezîfeyên xwe pêk dianîn, di encama êrîşên rejîma sîyonîst de şehîd bûne.
Nivîsgehê ragihand ku çarenûsa sê rojnamevanan hêna jî ne diyar e, û zêdetirî 420 rojnamevan di dema ser kar de bi pileyên cûda birîndar bûne. Her wiha destnîşan kir ku 50 rojnamevan esîr hatine girtin û rastî îşkenceyê hatine, û tekez kir ku ev yek îxlalkirinek eşkere ya hemû peymanên navneteweyî yên parastina rojnamevanan di şerên çekdarî de ye. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Vîdyoyek kurt ku tê de Yaman, kurê fermandarê şehîd Huzeyfe el-Kehlut (Ebû Ubeyde), ku li kêleka wî şehîd bû, tê de hene, li ser medyaya civakî dengvedanek mezin çêkir.
Wêneyên satelîtê nîşan dan ku du kampên mezin ên penaberan li Bakurê Darfûrê û wîlayetên bakurê Sûdanê bi dijwarbûna şer re bi lez berfireh bûn. Piştî hilweşîna El-Feşîr, bi deh hezaran kes revîyan deverên ewletir.
Li Xezzeyê ji ber serma û tofanên dijwar sê kes şehîd bûn, di heman demê de rejîma sîyonîst peymana agirbestê di roja 83an de îxlal kir. Di encama êrîşên hewayî, topxane û gulebaranê de birîndar hene; li Şerîaya Rojava jî ciwanek şehîd bû.