HUDA PAR: Divê alema Îslamê di zûtirîn dem de ji vê rewşa şermîner şiyar bibe!
Di daxuyaniyekê de ku ji teref HUDA PARê ve hat weşandin, bertekek tund li hember îmzekirina peymana Misrê ya bi rejîma terorîst a siyonîst re di vê dema ku li Xezzeyê birçîbûn û qirkirin berdewam dike de hat nîşandan. Di daxuyaniyê de banga hişyarbûnê li alema Îslamê hat kirin.
Di daxuyaniyekê de ku ji aliyê Navenda Giştî ya HUDA PARê ve hat weşandin, derbarê qirkirina li Xezzeyê ya berdewam, daxuyaniya Trump a li ser Venezuelayê û zilma li ser Misilmanan li Hindistanê de şîrove hatin kirin.
"Nayê qebûlkirin ku welatên herêmê di desteserkirina çavkaniyên gelê Filistînê de bibin hevkar"
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di demekê de ku li Xezzeyê qirkirin bi birçîbûn û bêmalîtiyê berdewam dike, îmzekirina peymana gaza xwezayî ya herî mezin a dîroka xwe ya bi qîmeta 35 milyar dolarî bi rejîma terorîst a siyonîst re ku ji teref Misrê ve hatîye îmzekirin "hilweşînek cîddî ya siyasî û exlaqî" ye.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Nayê qebûlkirin ku welatên herêmê di dema ku li Xezzeyê mirov di şert û mercên hewaya sar de dimirin de bibin hevkarê desteserkirina çavkaniyên gelê Filistînê."
"Rêveberiyên herêmî yên ku di sûc de hevkar in dê li pêşberî dîrokê hesab bipirsin"
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Îmarat bi rêya peymanên xwe yên ewlehiyê û Misir bi rêya peymanên xwe yên gaza xwezayî rejîma îşxalker dewlemend dikin û wiha hat gotin, "Ev hevkarî, ji rawestandina wêrankirina li Xezzeyê dûr in, rasterast beşdarî domdariya polîtîkayên qirkirinê dibin. Dema ku erd, çavkaniyên binê erdê û mafê jiyanê yê Filistîniyan tên desteserkirin, rêveberiyên herêmî yên ku di bin navê 'normalîzekirinê' de hevkarê vê sûc in, dê li pêşberî dîrokê hesab bidin."
"Xelk ji ber ku qirkirin raweste ji bo daxwaza azadî û edaletê, bedelê didin"
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di demekê de ku li welatên herêmê polîtîkayên xiyanet û hevkariyê berdewam dikin, mirovên wijdanî yên li Rojava ku li dijî şîrketên girêdayî rejîma siyonîst tedbîran digirin, bedelên giran didin.
Daxuyaniyê wiha dewam kir:
"Di demekê de ku çavkaniyên Filistînê di nav herêma xwe de tên îstismarkirin, mirovên li herêmên din ji ber ku qirkirin raweste ji bo daxwaza azadî û edaletê, bedelê didin. Ev rewş careke din bêrûmetiya îddîayên Rojava yên derbarê azadiya ramanê û mafên mirovan de eşkere dike. Ji bo serbestberdana tavilê ya van çalakvanan, divê raya giştî ya navneteweyî ya bihêz were avakirin."
"Hêza ku dê hevkariya bi sîyonîstan re rawestîne raya giştî ye"
HUDA PARê di daxuyaniya xwe de bang li alema Îslamê kir ku "di zûtirîn dem de ji vê rewşa şermîner şiyar bibin û bi biryardarî beşdarî tifaqa mirovî ya ji bo Xezzeyê hatî damezrandin bibin. Tekane hêza ku dikare qirkirinê, ku îro bi rêbazên cûda û hevkariya hinek rêberan bi siyonîstan re berdewam dike, rawestîne, berteka giştî ya rêxistinkirî û berdewam e."
Çavê Trump di petrola Venezuelayê de ye
Herwiha di daxuyaniyê de behsa gotinên Serokê Emrîkayê Donald Trump ên li ser Venezuelayê jî hatiye kirin.
Di daxuyaniyê de, ku tê de hate destnîşankirin ku çavê Trump li ser petrola Venezuelayê ye, wiha hate gotin, "Trump bi gotina ku şîrketên Amerîkî ji welat têne derxistin, eşkere kir ku ev mijar rasterast bi xwesteka wî ya desteserkirina çavkaniyan ve girêdayî ye. Ev mikurhatin nîşan dide ku çawa ceza, tehdîd û zexta leşkerî wekî amûrên siyasetek nêçîrvaniyê têne bikar anîn."
"Destdayîna axa welatekî bo hêzek din a îşxalker îxlalkirineke eşkere ya hiqûqa navneteweyî ye"
Daxuyaniyê, ku bal kişand ser daxuyaniya berê ya Trump ku digot wan Girên Golanê, ku berê axa Sûriyeyê bû, "firotine" rejîma terorîst a siyonîst, ev tişt dihewîne: "Dayîna axa welatekî ji hêzek din a îşxalker re îxlalkirineke eşkere ya hiqûqa navneteweyî, prensîba serweriyê û mirovahiyê ye. Petrol li Venezuelayê, erd li Sûriyeyê, mafê jiyanê li Filistînê... Ew hemî tenê xuyangên cûda yên heman zîhniyeta çete ne."
"Divê mirovahî li dijî vê diziya pejirandî helwesteke hevbeş û bi biryar nîşan bide"
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku civaka navneteweyî li hember vê destdirêjî û zilmê bêdeng maye û ev nirxandin jî hatin kirin:
"Destgirtina çavkaniyan, bazarkirina li ser erdê û diyarkirina çarenûsa gelan li ser maseya danûstandinan dibin rewşek asayî. Ev wêne careke din diyar dike ku rêziknameya cîhanî li ser hêzê ye, ne li ser edaletê. Divê mirovahî helwestek hevpar û biryardar li dijî vê eşqiya qebûlkirî bigire."
"Li Hindistanê, zilm û zordariya li ser Misilmanan bûye siyaseta dewletê"
Di daxuyaniya HUDA PARê de her wiha behsa zilm û zordariya li ser Misilmanên li Hindistanê tê kirin jî hat kirin.
Di demên dawî de, hate gotin ku rakirina bi zorê ya pêça doktoreke jin a Misilman ji teref wezîrekî ve nîşan dide ku cudakariya li dijî Misilmanan bûye polîtîkayeke dewletê ya eşkere.
“Bi milyonan mirov ji mafên xwe yên hemwelatîbûnê bêpar mane”
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Misilmanên li Hindistanê li gelek deveran bi zordestiya sîstematîk re rû bi rû ne û wiha hat gotin, "Dijminatiya li hember Misilmanan ne tenê bi şîddeta kolanan ve sînordar e; ew bi qanûn, mekanîzmayên çavdêriya dîjîtal û pratîkên sazûmanî ve tê piştgirî kirin. Qanûna Qedexekirina Veguherîna Dînî ya Neqanûnî bi bandor veguhertina bo Îslamê sûcdar kiriye; mizgeft hatine hilweşandin, mafên milkê Misilmanan hatine desteserkirin û bi mîlyonan kes ji hemwelatîbûna xwe hatine mehrûmkirin. Ev pêkanîn bi zelalî rawestandina azadiyên dînî û mafên bingehîn ên mirovan nîşan didin."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bêdengiya civaka navneteweyî li hember vê zilmê xizmeta normalîzekirina tiştên ku diqewimin dike û hat destnîşankirin ku Rêxistina Hevkariya Îslamî jî di parastina mafên Misilmanan de roleke tesîrdar û astengker nelîstiye.
"Sazkirina rêxistineke navneteweyî ya nû û bihêz ji bo parastina mafên Misilmanan pêwîstiyeke lezgîn e ku nayê paşxistin"
Daxuyanî wiha bi dawî bû: "Sazkirina dezgeheke navneteweyî ya nû û bihêz ku dê mafên Misilmanan li çaraliyê cîhanê biparêze, li dijî îxlalkirinan cezayên berbiçav bicîh bîne û ji aliyê hêza siyasî ya welatên endam ve were piştgirîkirin, niha pêwîstiyeke lezgîn e ku êdî nayê paşxistin." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li navçeya Çêrmûkê ya Dîyarbekirê, di tesîseke çêkirina penêr de teqînek çêbû û di encamê de 6 kes birîndar bûn. Hat ragihandin ku rewşa du birîndaran jî giran e.
Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya ragihand ku 54.6 kîlogram metamfetamîn di kamyonekê de ku li navçeya Hawêl a Sêrtê hatibû rawestandin, di nav zikê ajalan de hatibû veşartin, hatiye desteserkirin.
Bi hatina sê mehên pîroz, Karwana Hêvîyê hewlên xwe zêde dike û ji bo rêzgirtina Şeva Regaibê alîkariya malbatên hewcedar berdewam dike.