Berdevkê Tûgayên Qessam Ebû Ubeyde ji berxwedana gelê Yemenê re silav şand, ji ummeta Îslamê re jî bang kir

Berdevkê Tûgayên Qessam Ebû Ubeyde, ji berxwedana gelê Yemenê ku destekê didin gelê Xezzeyê re silav şand, û bang li hemû însanên azad ên ummetê kir ku bila alîkarî û destekên xwe yên ji bo Xezzeyê bidomînin.
Ebû Ubeyde, li ser qenala Telegramê daxuyanîyek parve kir û di daxuyanîya xwe de weha got, “Em sekina bi rûmet a gelê bira yê Yemenê û desteka wan a ku ji xûşk û birayên xwe yên Xezzeyê re didin silav dikin.”
Ebû Ubeyde destnîşan kir berxwedana Yemenê berdêla sadiqtîya xwe ya ji Mescîdî Eqsa û Filistînê re bi giranî didin encax digel van berdêlan dev ji sekina xwe bernedane, “Îro fuzeyên Yemenê bi tevî fuzeyên Xezzeyê li asîmanên Tel Avîvê gihaştin hev û carekî dinê jî nîşan dide ku Xezze ne tenê ye û li pişt wî jî şervanên azadîyê ku ew ê wî teslîmê dijmin nekin hene.”
Ebû Ubeyde, ji ummeta Îslamê re jî vê bangê kir:
“Em bang li hemû însanên azad ên ummetê dikin ku bila beşdarî micadeleya parastina Mescîdî Eqsayê bibin, û destek û alîkarîyên xwe yên ji bo Xezzeyê bidomînin. Bi vê şeklê em ê bikaribin qeweta dijmina sîyonîst bişkênin û êrîşên wî bidin sekinandin.”
Tûgayên Qessam, di daxuyanîya ku doh kiribûn de daxuyandibû ku ew bajara Tel Avîva Filistîna îşxalkirî, “Ji bersivdayîna qetlîamên sîyonîstan a li dijî sîvîlan re bi roketan bombebaran kirin.”
Tevgera Ensarullahê jî diyar kiribû ku ew ji hinek cîhên Filistîna îşxalkirî re fuzeyan avêtine û vêya jî ji bona ku “wezîfeya dînî û netewî” bi cîh bînin pêk anîtine. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di êrîşa rejima îşxalker a li dijî Xezzeyê ya ku di 7ê Cotmehê de dest pê kiribû de hejmara şehîdan derket 50 hezar û 208 kesan û 113 hezar û 910 kes jî birîndar bûn.
Berdevkê HAMASê Abdulletîf el-Kanû di encama êrişa hewayî ya rejîma sîyonîst a li ser Kampa Penaberan a Cîbaliyê li bakurê Xezzeyê de şehîd bû.
Êrîşên rejîma sîyonîst ser Xezzeyê berdewam dikin. Îro danê sibê 7 Filistînî ji heman malbatê di encama êrîşa hewayî ya li ser malekê li bakurê rojavayê Xezzeyê de şehîd bûn.
Di êrîşa hewayî ya ku ji teref Emrîkaya îşxalekr ve li ser navçeya Holan a bajarê Sana ya Yemenê hat kirin de 2 kes şehîd bûn û 2 kes jî birîndar bûn.