Berpirsîyarê Têkilîyên Medyayî yên Hizbullahê Husên Mihemed Afîf li herêma Ras El-Nebî ya Beyrûdê di encama êrişa ser avahiyekê de şehîd bû.
Elî Hîcazîyê sekreterê giştî yê Partiya Sosyalîst a Erebî ya Baasê ya Lubnanê, ji televîzyona Mayadin re ragihand ku Husên Mihemed Afîfê Berpirsîyarê Têkilîyên Medyayê yên Hizbullahê, di avahiyeke partiya Bas de hatiye şehîdkirin.
Hîcazî da zanîn ku beriya niha jî Mihemed Afîf rastî gefan dihat û rejîma îşxalê hewl dide dengê berxwedanê di medya, siyaset û her derê de bikuje.
Hîcazî anî ziman ku Afîf "bi çekan şer nake û serokatiya yekîneyeke leşkerî ya Hizbullahê nake", Hîcazî tekez kir ku ew "serokatîya yekîneyeke medyayî dike."
Hîcazî diyar kir ku avahiya ku hatiye hedefgirtin aîdî Partiya Baas a Ereb a Sosyalîst e û ji aliyê wê ve tê birêvebirin û destnîşan kir ku di avahiya ku hatiye hedefgirtin de sivîl tune ne.
Hîcazî diyar kir ku di nava şer de rêveberiya Partiya Sosyalîst a Ereb a Baas gelek civîn li avahiyê pêk anîn û ev yek ji aliyê her kesî ve hat zanîn û got, "Em li kêleka berxwedanê ne û em bimînin yan nemînin wê ev berxwedan bi ser bikeve. "
Televîzyona El Meyadîn ragihand ku di encama êrîşa îşxalê ya li dijî baregeha Partiya Sosyalîst a Ereb a Baas a li Ras El-Nebaa ya Beyrûtê de 5 kes jiyana xwe ji dest dan e. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Bi hatina ewlekariya ku ji aliyê Talîban ve hat dayîn piştî bi dehan salan ji îşxalkirina Efxanîstanê, sala borî nêzî 1.8 mîlyon koçberên Efxan vegeriyan welatê xwe.
Çapemenîya îşxalê îtîraf kir ku Hizbullahê ji roja şemîyê serê sibê heta derengiya şeva borî bi tevahî 130 moşek û 5 firokeyên bê firokevan li bakurê Filistîna îşxalkirî xistîye.
Di bomberdûmana rejîma îşxalker a li ser kampa El Bureyc a li navenda Şerîda Xezzeyê de 11 kes, di êrîşa li Nuseyratê de jî 4 kes şehîd bûn.