Berxwedêran li Qudsê operasyon lidar xistin: 3 mirî 6 birîndar (Hat Nûkirin)

Ji teref berxwedêran ve li Romata Qudsê ku di bin îşxalê de ye bi çekan operasyonek hat lidarxistin. Di encamê de 3 şênîyên îşxalker hatin kuştin 6ê wan jî birîndar bûn.
Berxwedêrên Fîlîstînê, li dijî sîyonîstên ku digel agirbesta ku bi micahîdên Qessam re îmze kirine agirbestê îxlal dikirin û di çend rojên dawîn de li Şerîaya Rojava û Qudsê êrîşî Fîlîstînîyan kiribûn û gelekê wan şehîd kiribûn re çalakî lidarxistin.
Berxwedêrên ku li herêma Ramotaya ku di bin îşxalê de ye re operasyonekî lidarxistin, li dijî şênîyên îşxalker ên ku li duraxa otobûsê bûne bi çekan çalakîyekî lidarxistin.
Di çalakîyê de 3 şênîyê Cihûyî ku di çalakîyê de giran birîndar bûbûn mirin û 3 jê giran 6 kes jî birîndar bûn.
2 micahîdên ku çalakîyê lidarxistin jî ji teref sîyonîstan ve hatin şehîdkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ebdulmelîk Hûsî, rêberê "Ensarullah" a Yemenê, ragihand ku Emrîka û rejîma îşxalker di warê çareserkirina pirsgirêka leşkerî ya Yemenê de têk çûne, û tekez kir ku pêşanîya wan piştgirîkirina gelê Filistînî li Xezzeyê ye.
Balafireke ambulansê ya biçûk ku şeş kes tê de bûn, dema ku ji navenda Şîlî ber bi bakurê wî welatî ve diçû, ket xwarê, lê nehat ragihandin ku kesek sax filitî ye.
Baskê leşkerî yê HAMASê, Tugayên Îzzeddîn el-Qessam ragihand ku wan doh di operasyonên li Refahê de du yekîneyên artêşa îşxalker hedef girtine û di encamê de 19 leşker mirine û birîndar bûne.
OCHA ragihand ku çeteyên Cihûyan di sê hefteyên dawî de 13 caran êrîşî Filistînîyên li Şerîaya Rojava kirine, çar Filistînî birîndar bûne, du malbat bi zorê ji cihên xwe hatine derxistin û pênc zarok jî hatine revandin.