Hat ragihandin di serî de li Tel Avîva ku di bin îşxalê de ye û her wisa li gelek herêm û bajarên din ên îşxalkirî bi deh hezaran îşxalker bi taleba peymana pevguhartina êsîran daketin kolanan.
Xwepêşandêr ji hikûmeta Binyamîn Netanyahuyê îşxalker daxwaz kirin ku berî kêlîkê peyman bê kirin da ku êsîr bên pevguhartin
Xwepêşandêr li Tel Avîv û Hayfayê hinek rêyan ji trafîkê re girtin.Televîzyona Kanal 12 ku kanal medyaya îşxalê ye derbarê xwepêşana ku hat lidarxistin de got ku heta îro xwepêşaneke wisa qelebalix nehatiye kirin.(ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Îtamar Ben-Gvirê ku jê re Wezîrê Ewlehîya Neteweyî yê Sîyonîstên îşxalkar tê binavkirin bertek nîşanî peymana ku bi armanca bidawîkirina qirkirina li Xezzeyê ye da. Wî ev peymanek wek "teslîmbûna HAMASê" bi nav kir.
Li orte û bakurê Xezzeyê ji teref îşxalkeran ve êrîşên asîmanî hat lidarxisitn, di encama êrîşan de 13 Filistînî şehîd bûn.
Tevgera Berxwedana Îslamî HAMAS ragihand ku wê rêberên komên Filistînî ji bo rê li ber danûstandinên ji bo rawestandina şerê qirkirinê li Xezzeyê agahdar kirine.
Berdevkê Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê Zebîhullah Micahîd, bal kişand ku ew ji pevguhertina girtîyan ya bi Emrîkayê re amadene encax Washington hêna jî gavekî ku tevbigere neavêtîye.