Bi sedan sîyonîst êrîşî Mescîd-î Eqsayê kirin
Bi sedan sîyonîstên îşxalker, di bin parastina rejima îşxalker de, êrîşî Mescîda Eqsayê kirin û li hewşa wê merasîmek li dar xistin.
Walîtiya Qudsê ragihand ku 793 niştecihên sîyonîst ketine nav Mescîda Eqsayê û niştecihên ku beşdarî êrîşê bûne li dora hewşa Mescîda Eqsayê digerin û bi awayekî provokatîf tevdigerin.
Ofîsa walîtiyê ragihand ku niştecihên siyonîst li rojhilatê Mescîda Eqsayê, bi taybetî li herêma nêzîkî Deriyê Rehmetê Musalla duayan dikirin.
Rejîma îşxalker plan dike ku Mescîda Eqsayê mîna Mescîda Îbrahîmî El-Xelîl li El-Xelîlê bike du parçe, di navbera Misilmanan û siyonîstên îşxalker de parve bike, dûv re Mescîda Eqsayê hilweşîne û li ser xirbeyên wê Perestgeha qaşo Silêman ava bike.
Rejîma îşxalker ku dixwaze bi rêya fait accompli Mescîda Eqsayê sîyonîze bike, ji bo amadekirina zemînê ji bo plana xwe, niştecihên sîyonîst teşwîq dike ku êrîşî Mescîda Eqsayê bikin.
Sîyonîstên niştecihbûyî yên ku di bin parastina rejîma îşxalker de bi komî ji Deriyê El-Mexaribe ketin Mescîda Eqsayê, berî ku ji Deriyê El-Silsila derkevin, demekê li hewşê geriyan. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
UNRWA ragihand ku di êrîşa du salan a rejîma îşxalker de, bi nêzîkbûna zivistanê bi deh hezaran malbat li Şerîda Xezzeyê neçar mane ku di konan de bijîn.
Li bajar û gundên başûrê Lubnanê, ku artêşa sîyonîst bi hewa û topên giran hedef girt, deverên sivîlan hatin bombebarankirin. Li derdora Meys el-Cebel û Hûlayê teqîn çêbûn.
Li gorî daneyên Navenda Agahdariyê ya Filistînî "Ma'ta", di 24 saetên dawî de li Şerîaya Rojava 22 çalakiyên berxwedanê pêk hatine. Gel bi kevir, kokteylên molotof û teqemeniyên destçêkirî bersiv daye îşxalkeran.