Cîhada Îslamî: Êrîşên asmanî yên li ser gelê Yemenê nîşana herî dawî ya bêçaretî û hêrsê ne
Tevgera Cîhada Îslamî li Filistînê êrîşên hewayî yên rejîma sîyonîst ên li ser Yemenê wekî "nîşandana têkçûnên giran û bêhêvîtiyê" bi nav kir. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Berxwedana qehremanên Yemenîyan li dijî zilma Emrîka û sîyonîstan micadeleya bi rûmet a ummetê ye."
Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê li hember êrîşên hewayî yên ku ji hêla îşxalkerên sîyonîst ve li dijî Yemenê hatin kirin, bertekek tund nîşan da. Di daxuyaniyekê de ji teref tevgerê ve hat tekezkirin ku ev êrîş nîşana bêhêziya îşxalkeran li hember hêzên Ensarullahê ne.
Cîhada Îslamî got, "Êrîşa îşev li ser gelê Yemenê nîşaneya êşa ku ji ber derbên giran û dorpêça hewayî ya ku ji hêla hêzên çekdar ên Yemenê ve li ser rejîma îşxalker hatiye kirin, çêbûye. Êrîşên rejîma sîyonîst ên li ser wargehên sivîlan beşek ji sûcên berdewam ên li dijî gelê ummetê û êrîşa eşkere ya li ser sivîlan e"
Di daxuyaniyê de her wiha hat gotin ku Emrîkayê bi mehan e di encama êrîşên xwe de tiştekî bidest nexist, wê rejima sîyonîst jî bi êrîşên xwe tiştekî bidstnexwe. Û got ku "Ev rejîm, nikare berxwedana ku Emîrkaya ku makîneya şer e jî nikaribû pê, bitepisîne."
Cîhada Îslamî pesnê wêrekî û berxwedana gelê Yemenê da û got, "Em bi berxwedana birayên xwe yên Yemenî yên ku li dijî zilma Emrîka û sîyonîst şer dikin serbilind in. Ev êrîş nikarin gelê Yemenê bêhêvî bikin an jî wan ji parastina xwe dûr bixin. Xwîna şehîdên Yemenî û Filistînî niha tevlihev bûye; ev micadeleyeke hevpar a kesên ku pîrozî û rûmeta ummetê diparêzin e."
Daxuyanî bi van gotinan bi dawî bû: "Û bê guman ev cîhad e... Ew ê bi serkeftin an şehadetê bi dawî bibe." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Îranê li peravên Kendava Ummanê tankereke petrolê ya biyanî ku tê de 6 milyon lître sotemeniya dîzelê ya qaçax hatibû dîtin desteser kir. Hat ragihandin ku pergalên navîgasyonê yên tankerê hatine sekinandin.
Rejîma îşxalker îro serê sibê bi ser gelek deverên Şerîaya Rojava de girt û gelek kes desteser kir.
Nûnerê taybet ê Serokê Emrîkayê Donald Trump, Steve Witkoff, li Berlînê bi Zelenskî û rêberên Ewropî re dicive, wekî beşek ji hevdîtinên ku armanca wan bidawîanîna şerê li Ukraynayê ye. Lêbelê, paytextên Ewropî berî destpêkirina danûstandinan ji Washingtonê garantiyên ewlehiyê yên zelal dixwazin.
Piştî ku wesayîteke leşkerî li Suweydayê ji teref dronekê ve hate hedefgirtin, hêzên ewlehîyê yên Sûrîyeyê agirbest wekî îxlalkirin îlan kirin û peyama "bersiveke tund" dan komên çekdar.