Çapemenîya Îranê: Artêşê di du rojan de 19 keştî li Tengava Hurmuzê hedef girt
Li gorî medyaya Îranê, hêzên çekdar ên Îranê di du şevên borî de êrîşî 19 keştiyên bazirganî ku hewl didan bi awayekî neqanûnî ji Tengava Hurmuz derbas bibin kirine.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Fars a Îranê, "Di du şevên borî de, hêzên çekdar ên Îranê êrîşî keştîyên ku hewl didan bi awayekî neqanûnî ji Tengava Hurmuz derbas bibin, kirine. Li gorî lêkolînên ajansê, şeva borî heft keştî û şeva berê jî diwanzdeh keştî hatine lêdan."
Raportê tekez kir ku daxuyaniyên Serokê Emrîkayê Donald Trump ên ku îddîa dike hêzên wî kontrola tevahî ya trafîka keştîyan li Tengava Hurmuzê digirin, rastiyê nîşan nadin.
Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Araqçî berê diyar kiribû ku Tehranê bi rêya navbeynkaran planeke heft rojî ji bo vekirina Tengava Hurmuzê ji Washingtonê re ragihandiye. Lêbelê, Serokê Emrîkayê Donald Trump got ku wî pêşniyara Îranê red kiriye. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di lehî û barana dijwar a ku li wîlayeta Uttar Pradesh a Hîndistanê tesîrdar bû de 81 kesan canê xwe ji dest dan.
Sîyonîstên ku bi hinceta cejnên Cihûyan êrîşên xwe yên li ser Mescîda Eqsayê didomînin, îro jî di bin parastina hêzên îşxalker de bi komî ketin hundirê mizgeftê.
Hat ragihandin ku Binyamîn Netanyahu, bi awayekî veşartî serdana Ebû Dabî kiriye û bi Serokkomar Muhammed bin Zayed Al Nehyan re civiyaye.