Netanyahu bi dizî çû Abû Dabî û bi El Nahyan re civîya
Hat ragihandin ku Binyamîn Netanyahu, bi awayekî veşartî serdana Ebû Dabî kiriye û bi Serokkomar Muhammed bin Zayed Al Nehyan re civiyaye.
Hat ragihandin ku Binyamîn Netanyahu, roja Yekşemê serdana Îmaratê kiriye û bi Serokkomar Muhammed bin Zayed Al Nehyan re civiyaye.
Li gorî agahiyên ku ji aliyê Kanala 12 a îsraîlê û Reuters ve hatine belavkirin, Netanyahu serê sibê bi balafireke taybet ji deverên îşxalkirî ber bi Ebû Dabî ve çûye, tevahiya rojê li Îmaratê maye û êvarê vegeriyaye.
Kanala 12 ragihand ku serdan veşartî hatiye girtin û piraniya civînê bi awayekî taybet hatiye lidarxistin.
Li gorî agahiyan, ofîsa Netanyahu red kir ku hûrgiliyên zêdetir li ser serdanê bide.
Ev serdan girîng e ji ber ku ew tenê du roj piştî vegera Netanyahu ji serdana xwe ya New Yorkê ji bo civînên Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî pêk hat. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di lehî û barana dijwar a ku li wîlayeta Uttar Pradesh a Hîndistanê tesîrdar bû de 81 kesan canê xwe ji dest dan.
Sîyonîstên ku bi hinceta cejnên Cihûyan êrîşên xwe yên li ser Mescîda Eqsayê didomînin, îro jî di bin parastina hêzên îşxalker de bi komî ketin hundirê mizgeftê.
Li gorî medyaya Îranê, hêzên çekdar ên Îranê di du şevên borî de êrîşî 19 keştiyên bazirganî ku hewl didan bi awayekî neqanûnî ji Tengava Hurmuz derbas bibin kirine.