Cepheya Berxwedana Iraqê, diyar kir ku ew bi ÎHAyan li bakurê axên îşxalkirî li çend cîhan operayon li dar xistine.
Di daxuyanîya ku ji teref Cepheya Berxwedanê ve hat belavkirin de hat gotin ku, "Operasyonên li dijî îşxalkeran ji bo piştgiriya gelê Filistîn û Lubnanê û bersivdayîna qetlîamên sivîlan ên di nav de zarok, jin û îxtiyar didomin."
Di berdewama daxuyanîyê de weha hate gotin: “Çalakiyên Cepheya Berxwedanê ya ji bo têkbirina lezgîn a dijmin dewam dike.”
Cepheya Berxwedana Iraqê wek berteka li hemberî şerê rejîma îşxalker li Xezzeyê, bi mehan e xalên girîng ên sîyonîstên girîng hedef digire. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li halekê ku êrişên rejîma îşxalker a sîyonîst ser Xezzeyê ji 7ê Cotmeha sala 2023an vir ve dewam dikin, xebatên alîkarîyê yên Weqfa Êtîman jî ji roja ewil heta niha bê navber dewam dikin.
Di qirkirina ku ji 7ê Cotmehê vir ve ji teref sîyonîstên îşxalker ve li Xezzeyê hat kirin de hejmara şehîdan derket 45 hezar û 581an û hejmara birîndaran jî derket 108 hezar û 438an.
Li New Yorkê ji klûbeke şevê re bi çekan êrîş hat lidarxistin, di encamê de 11 kes birîndar bûn.
Rejima terorê ji Xezzeyê re êrîşa asîmanî li dar xist, di encama êrîşê de 11 kes şehîd bûn, 15 kes jî birîndar bûn.